Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Êrîşên rêjîmê û milîtanên tirorist yên Îranî li ser herêmên gundewarê Idlib yê başûr û hemû herêmên agirbestê rojane çêdibin, çi bi firokan be an bi top û şeşberên giran be, û di encamê de pir şehîd û birîndar di nav sivîlan de ketin.
Îro rêjîmê bajarokê Circinaz û Elteh bombebaran kirin, di encamê de wêraniyeke mezin di mal û milkên xelkên sivîl de çêbû, piştî ku bi dehhezaran xelk derketin kampên demkî yên li nav zeviyên derdorê bajarokan ji ber bombebaranê.
Hevbendiya Niştimanî van binpêkirin û tawankariyan pirotesto dike, û dibêje ku divê hemû aliyên navdewletî berpirs bin di ber cîbicîkirina vê peymanê de, û ji wan xwest ko pêvajoya siyasî bipêşve bibin, û zanibin ku amanckirina peymana Idlibê lîstika bi agir e, û alayên artêşa azad ji bo berevanî û parastina sivîlan çêbûne û herdem ew amade ne.
Hevbendî tekez dike ko cîbicîkirina peymana Idlibê erk e li ser milê hemû aliyên têkildar, û derfet ji piştguhkirinê re nîn e, tako nehêlin bobelateke mirovî çêbibe, û ev ji civaka navdewletî tê xwestin ko ji dil tevbigere tako fişarê bide ser rêjîmê û hevalbendên wê, û kar bibe bo pirosesa siyasî bipêş ve bibin, û pêvajoya Cinêvê bi çavdêriya Netewên Yekgirtî li gora biryarên navdewletî yên têkildar dîsa zindî bikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Ofêsa ragehandinê
04 çilê pêşî 2018