Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Di yekemîn roj ji sala nû de, wek berdewamiyekê ji helmeta Rijêmê ya terorîstî û tawankarî dijî gelê Sûriyê re, hêzên Rijêmê komkujiyek derheqê şagirtên dibistaneke seretayî û gulîstaneke zarokan li bajarê Sermîn li gundewarê Idlibê pêk anî.
Û ew bumbebarana ku di dema bidawîbûna roja xwendina zarokan de bû, bû sedema şehîdketina 9 svîlan, 5 ji wan zarok in, her weha ketina hejmarek birîndar, şagirt û mamosteyên dibistanê û yên gulîstana zarokan ya nêzîkî dibistanê di nav wan de hebûn.
Êrîşên asîmanî yên Rijêm û hevalbendên wê pêk tînin berdewam in, û tîmên Kumsipiyan armanckirina 12 deveran bi nekêmtir ji 21 êrîşên asîmanî û 65 mûşekên ku her yek ji wan 5 bombeyên goşeyî di serê wan de ne, di demjimêrên vê dawiyê de belge kirine.
Komelkujiya Sermînê, tewaneke hovane ye li pêş çavên herkesî, wek beşekî ji tewanên li ber çavê civaka navdewletî pêk tên, wek binpêkirinekê ji biryar û yasayên navdewletî re, bêyî ku serkirdeyên cîhanê xwe biwestînin û wan tewanan şermezar bikin, an jî bi berpirsyariyên xwe yên dermafê sivîlan rabin.
Civaka navdewletî zane çi li ser xakê dibe, û jê tê xwestin ku dest ji rola xwe ya nerênî ya rijêm wê wek roniyeke kesk ji bo berdewamiya tewanên xwe dibîne berde, û ji bo rawestandina vê helmeta hovane tevbigere, û li gor erkê xwe, çareseriyeke bilez a guncayî bi biryarên navdewletî re ferz bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiya
2 kanûna paşîn 2020