Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Navçeyên nişteciyên Xûta rojhilat ji aliyê hêzên Rijêmê bi mûşekên gaza jehirdar hatin armanckirin, û ligor raporan; îro roja duşemê (22’ê çilê paşî) li bajarê Dûma rewşa xenqandinê di nav sivîlan de peyda bû, û piraniya wan jin û zarok bûn.
Hevbendî hişyariyê dide li hember bikaranîna berdewam ya gaza kilorê bi awayekî pêrewkirî û pilankirî ji aliyê hêzên Rijêmê ve, û hişyariyê dide li ser bêdengiya li hember vê yekê, ku dibe bibe fakter bo zêdegaviyên nû.
Eger Rijêm û palpiştên wê bêsizdan bimînin, ev riftarên wan ên tawankarî nayên guhertin, û wê di binpêkirina biryarên navdewletî de û bikaranîna çekên kêmyayî û tawanên şer û yên dijemirov de berdewam bimînin.
Ev binpêkirin netenê dijî civaka navdewletî û biryarên Encumena Ewlekariyê ne, lê belê ew digêhijin asta riswakirina wan aliyan ji ber bêkêriya wan li hember erk û berpirsyaretiyên xwe.
Têkşikestina berdewam ya salên borî û rola nerênî ya piraniya aliyan, bû sedema vê rewşa niha, ku îro pêwîstî bi wê yekê heye; NY û dewletên kartêker fişarên rasteqîn ên ligor tewanên li ser axê dibin pêkbînin,
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
22 çilê paşî 2018