Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Rijêm bi piştgiriya dagîrkariya Rûsiya bi êrîşeke terorîstî ya berfireh li ser Xûta rojhilat radibe, û çend êrîşên li demjimêrên dawiyê bûne sedema çend komkujiyan û ketina bi dehên qurbaniyan.
Êrîşa niha dibe zêdegaviyek metirsîdar, û têde bi awayekî aşkere rijêm hewla têkbirina çareseriya siyasî bi sercem astên wê ve dide bi rêka bombebaran û derbaskirina sercem sînoran û hêlên sor yên têne gotin, tevlî armanckirina taxên nişteciyan û mizgeft û navendên bergiriya sivîl û saxlemiyê bi firokên Rijêmê û dagîrkariya Rûsî.
Hêjî tîmên bergiriya sivîl û hewarçûnê karên mezin dikin tevlî baredoxên metirsîdar ji bo vêragehiştina birîndaran û rihakirina kesên asê mane û belgekirina hejmara qurbaniyan yên gav bi gav bi sedema berdewamiya bombebaranê zêdetir dibin.
Çalakvan balê dikşînin li ser bikaranîna çek û teqemeniyên bihêz û giran, ku avahî bi carekî bi ser nişteciyan de wêran dibin, û çêbûna pêleke koçberiyê di hindur Xûtayê de, ku rewş ber bi bobilatek kêmwêne diçe.
Amara komkujiyên çend demjimêrên borî berdewam zêde dibe û ligor amarên niha:
– bi kêmayî şehîdbûna 7 sivîlan li bajarê E’rbîn, ku di nav de hin jin û zarok hene û tevlî birîndarbûna hin sivîlên din.
– bi kêmayî şehîdbûna 6 sivîlan û di nav de jin û zarok li Keferbetina.
– Şehîdbûna 7 sivîlan li Dûma.
– Şehîdbûna 5 sivîlan li Misraba.
– Şehîdbûna nekêmtir ji 4 sivîlan li Hemoriyê û di nav de jin û zarok û birîndarbûna hin sivîlên din.
– Şehîdbûna 7 sivîlan li Hizê û Seqba û Midîra.
Li çend heftiyên borî kuştina zêdetir ji 350 sivîlî li Xûta rojhilat hat bi belgekirin, ligel wê yekê ku bikaranîna gaza kilorê bûye riftarekî bikarhêner yê berdewam ji ber nebûna hîç karvedanekê ji civaka navdewletî li hember wê.
Ev guhertin han didin ku çavdêriyên çareseriya siyasî lezê bikin, ji ber ku nabe komkujî û êrîşên terorîstî li ser sivîlan berdewam bin ligel her rengekî ji rengê çareseriya siyasî ya berdewam li hember zehmetî û astengiyan tê, tevlî nebûna rastogiyê û pabendiyê ve ji aliyê rijêmê bi carekî.
Bêdengiya navdewletî û bêdengiya dewketên çavdêrên çareseriya siyasî li hember van êrîş û komkujiyan, ronahiyeke kesik dide berdewamiya tawankariyê, û xelkê Sûriyê vê yekê bi hevpariyeke destdirêjiyê li ser xwe dibînin.
Rêveberiya Amerîka hişyariyê dide li ser bikaranîna çekên kêmyayî, lê ji bîr dike ku bikaranîna çekên kêmyayî bûye riftarekî rojane ji riftarên binpêkirina biryarên navdewletî û derbaskirina hêlên sor yên tên gotin, û hevdem bêkarî û têkşikestina navdewletî û neheqiya li hember gelê Sûriyê riswa dike.
Hevbendiya Niştimanî hişyariyê dide ku berdewamiya vê zêdegaviyê wê helbet bibe encamê têkçûna çareseriya siyasî û pêdiviye civaka navdewletî bilez mayîtêkirinên xwe bike ji bo rawestandina vê hilmeta terorîstî û sînordarkirina rijêmê û aliyê piştevanên wê.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
6 reşemeh 2018