Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hêzên Rijêmê rabûn bi binpêkirina herdu biryarên 2209 û 2118 û biryara agirbesta 2401, bi avêtina bermîlên teqîner yên bi gaza kilora bi jehr li ser taxên nişteciyên bajarê Hemoriyê û bajarokê Bêtsewa li Xûta Şamê ya rojhilat û têde 40 kes rastî bihnçikandinê hatin.
Hilmeta cenosîdê li ser Xûta rojhilat berdewam e, û amara qurbaniyên duhî bi tenê gihiştiye zêdetir ji 100 şehîdan, hevdem ku hejmara wan her ji destpêkirina hilmeta qirkirinê gihiştiye zêdetir ji 800 şehîdî.
Esed tekez dike ku wê berdewam be li ser tawanan û tiştek li ber singa kuştinê nagire, ne biryarên navdewletî û nejî daxuyanî û beyannameyên nîgeraniyê yên civaka navdewletî, anku wê hilmeta qirkirinê berdewam be û herwiha ku biryara 2401 ya taybet bi agirbesta 30 rojî xuya dibe ku hêjî cêbicê nebûye.
Cihê şermezariyê ye ku rawestandina qirkirina niha li Xûta rojihalt dibe, hêjî girêdayî be bi biryarên navdewletî yên nayê standin bê erêkirina tawanbaran, ku ev yek dihêle ev biryar vala û bê naverokin û nayên bicihkirin.
Bêgoman ku helwesta navdewletî ya bêkêr û falincoyî bûye fakterekî rasteqîn û kara bo peydabûna derencamên rewşa niha ya li Sûriyê û navçeyê.
Îro, tevlî ziyanên mezin yên li Xûtayê ketin, ku hêjî 400 hezar sivîl li Xûtayê dorpêçkirî ne û pêwîstiya wan bi rizgarkirina ji agirê dujehê heye, ku hilmeta qirkirinê ya li dijî xelkê Xûta ji aliyê Rijêmê û dagîrkariya Rûsiya û milîsên Îranê ranewestaye û hêjî çi destêwerdaneke navdewletî peyda nebûye bo xistina fişarên rasteqîn li ser vê bandê bi awayekî bilez û li astekê bilind û pêwîst.
Hevbendî daxwaza standina rêşûnan ji endamên destûra konseya ewlekariyê dike ji bo têkşikandina vîtoya Rûsiya ya ji bo jikarxistina konseya ewlekariyê û hewlên nehêlana misogerkirina dadperweriya navdewletî, tevlî standina rêşûnên leşkerî ji bo rawestandina êrîşên hêzên Rijêmê û milîsên Îranê yên terorîst li dijî xelkê Xûta rojhilat ya dorpêçkirî û dadgehkirina tawanbarên şer û bikarhênerên çekên kêmiyayî û gazên bi jehr, û dabînkirina parastina pêwîst bo xelkê Sûriyê yên bajar û gundên wan rastî bombebaran û cenosîdê dibe.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
6 adar 2018