Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Firokên şer yên stemkar Bişar rabûn bi armanckirina sivîlan yên bi meş ji taxên rojhilat yên Helebê derdiketin û li taxa “Bab Elbeyreb” komelkujiyek hat encamdan, û têde 27 kes şehîd û bi dehên din birîndar ketin ku piraniya wan jin û zarok bûn.
Ev komelkujî hevdem tê ligel bêdengiyek navdewletî tevî êrîşên hovane yên li ser bajarê dorpêçkirî dibin, ku bi sedan sivîl bûne qurbanî di çend rojên bûrî de, ji ber armanckirina taxên nişteciyan bi awayekî bi mebest û bi piştevaniya dagîrkariya Rûsiya û milîsên Îranê.
Hevbendiya Niştimanî vê tawanê şermezar dike û civaka navdewletî berpirsyar dibîne ji ber bêdengiya wê û kêmterxemiya wê li hember parastina sivîlan û rizgarkirina xelkê bêguneh û ranewestandina êrîşên dijminkarî.
Hevbendî destxweşiyê dide endamên bergiriya bajêrvaniyê û qehremaniya şervanên artêşa Azad li Helebê, li ser kar û xebata wan bo bersivdana êrîşên Rûsiya û çeteyên Esed.
Serberzî ji bo şehîdan, çareserî bo birîndaran,
azadî bo girtiyan, bijî Sûriya azad û miletê wê serbilind.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Nivîsîngiha Ragihandinê
29 çirya paşîn 2016