Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Kuştara ko duhî înê 22.03 li bajarokê Kefreya çêbû metirsîdar û hovane ye, û Hevbendiya Niştimanî berpirsiyaiya kuştarê dike ser milê Rûsya, û tekez dike ko ew dê têkeve dosya tawankariyên cengê yên li Sûriyê pêk hatine, û dê li pêşberî dadgeha tawankariyên navdewletî bête danîn, û berpirsiyarên rasterast û yên nerasterast yên kuştarê dê bêne peyketin û lêpirîn.
Ji Civaka navdewletî tête xwestin ko êdî dest ji rola çavdêriya kuştaran berde, û karê wê ne tenê hejmartina kuştiyan be, ew kuştiyên ji encama êrîşên asmanî yên dînîtî yên sivîlan û cihên niştecihan amanc dikin.
Êrîşên peyapey bûne sedema ku 15 kes di nav wan de 4 zarok û jinek şehîd bikevin, û hejmarek birîndar bibin, û hêj tîmên kumên spî têkoşênê dikin ji bo kesên di bin wêraniyê de mane derînin.
Me gelek caran tekez kir ko êrîş ne tenê binpêkirina peymana Idlib û gundewarê bakurê Hema ye, lê ew binpêkirina peymana Cinêv û tawankariyeke cengê ya dijî mirovîniyê ye, û nabe yên pê rabûne ji sizayê rizgar bibin, lewra çênabe lêbûrîna çi aliyê berpirsiyarê tawankariyan bibe, çi aliyên kuştinan û binpêkirinan dikin bin, an jî aliyên bêdeng in û tiştê pêdivî bo rawestandina wan nakin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
Birêveberiya Mîdya û Ragehandinê
23.03.2019