Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Îro roja yekşemê, hin gund û bajarokên navçeya Idlibê û Hamayê bi giranî ji aliyê firokeyên rejîma Esed û yên dagirkariya Rûsan, bikaranîna roket û bombeyên deaktîv û bermîlên teqîner hatin bombebarankirin, hevdem ligel bombebarana bi top û mûşekan ji aliyê hêzên rejîmê û milîsên terorîst ên Îranê.
topbarana hovane ya berdewam li ser taxên welatiyên sivîl bû encama şehîdketin û birîndarbûna hejmarek ji sivîlan di nav de jin û zarok tevlî zarokeke şîr bi navê Umiya Eymen Elriz, bêyî ku tîmên parastina sivîl hejmara wan heta niha destnîşan bike, û di 48 saetên dawî de du nexweşxane ji xizmetê derketin, tevlî jikarketina navenda bergiriya sivîl.
Dagirkariya Rûsiyayê li Sûriyê radibe bi dubarekirina senaryoya êrîşkariya li dijî bajarên, ji bo wêrankirin û kuştin û koçberkirina milet, bi fikra wê ku dikare di bin bêdengiya navnetewî de careke din senaryoya çêbû li Xûta û Der’ayê, dubare li Idlibê û derdora wê kopî bike.
Rûsya û Îran û rejîm bi plan niha zicîreke nû ji tawanên şer û tawanên dijemirov pêktînin, ji bo koçberkirina xelkekî zêdetir û temamkirina projeyê guhertina demografîk li ser xaka Sûriyê, bêyî ku rastî astengiyan bibin ji aliyê civaka navnetewî û qanûnên wê.
Hevbendiya Niştimanî bi bîr tîne ku gereke hemû aliyên civaka navnetewî bi berpirsyariya xwe ji bo parastina welatiyên sivîl li Sûriyê rabin, û ji bo rawestandina tawanên şer, û bang li Konseya Ewlekariyê careke din dike ji bo rabe bi bizaveke lezgîn ji bo rawestandina van planên bilez, û biryarek bi şermezarkirina tawanên Rûsya û Îran û rêjîmê derkeve, û divê tawan bidawî bibin û kar bi cêbicêkirina biryarên navnetewî li ser Sûriyeyê bibin û bi taybetî bi biryara 2254.
Hevbendiya Niştimanî cext li ser mafê Artêşa Azad ya Sûriyê û hemû kurên gelê sûrî ji bo parastina xwe bi hemû alavên rewa dike, herwiha daxwaza piştgiriya pêwîst ji tevaya cîhanê dike ji bo rûbirûbûna vê zêdegaviyê.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriya
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
9 êlûn 2018