Monday, 08 April 2019 20:18

Salek di ser Kîmyabarana Duma re Derbas Dibe û Hevbendî Daxwaza Bizaveke Navnetewî Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî

Salek di ser êrîşa kîmyayî re ya li dijî bajarê Duma ya bi rêya oparesyoneke hovane derbas dibe, ku bû sedema kuştin û koçberbûna bi hezaran kesên sivîl ji niştecihên Xûta Rojhilat ya bajarê Şamê.

Êrîşa kîmyayî û oparesyana hevrê hevdem hat digel dorpêçkirineke dijwar ya hat sepandin bi dirêjahiya çend salên borî ji aliyê hêzên rejîmê li ser Xûta û niştecihên wê.

Agahiyên berfireh derbarê êrîşa kîmyayî ji hemû aliyan ve hatin naskirin, ku li serê sibha (7'ê nîsana 2018'an), weke binpêkirinekê ji aliyê hêzên rejîmê ji biryarên konseya Ewlekariyê re yên 2118, 2209, 2235 û 2401, ku bermîlên tije bi gaza kilora jehrê ji aliyê du hilîkopteran ve li ser taxên niştecihên bajarê Duma hatin barandin, û bû sedema kuştin û birîndarbûna bi sedan.

Ku bêdengiya li hember tawanên rejîmê û bikaranîna çekên kîmyayî bi çendîn caran, bû faktor bo berdewamiya wan û zêdebûna zêdegaviyan, di dema ku Rûsya ma berdewam li ser jinavbirina hemû hewldanên ji bo dadperweriyê û hemû şans û derfetên çareseriyê yên bi rêyên dîplomatîk û siyasî, tevî destêwerdana leşkerî ya bejî û esmanî û piştgiriya hêzên rejîmê û milîsên Îranê, û serederiya leşkerî ligel rewşa Sûriyê.

Bersiva praktîk û baş li ser tawanên rejîmê û hewldanên Rûsyayê, pêdivî bi cîbicîkirina biryarên navnetewî yên Konseya Ewlekariyê heye, û pêdivî bi bizaveke navnetewî heye ji bo neçarkirina rêjîmê, Îran û Rûsya li ser erêkirina van biryar û prosesa siyasî ji bo destpêkirina pêvajoya veguhestina siyasî li gor daxuyaniya Cinêv1 û biryarên Konseya Ewlekariyê 2118 û 2254 di bin sîbera Netewên Yekbûyî de.

Di dema ku Hevbendiya Niştimanî rejîma Esed û hevalbendên wê li ser êrîşên kîmyayî û sûcên kuştin û koçberkirina bi darê zorê gunehbar dike, hevdem cext li ser berpirsiyariya civaka navnetewî ji bo dadgehkirina gunehbaran û standina helwesteke hevbeş ji bo sizadana tawanbarên şer yên rêveberên rejîmê û misogerkirina dadgehkirina wan li pêşiya dadgeha tawanên navnetewî dike.

Hevbendî cext dike li ser pêwîstiya çalakkirina Komîsyona Navnetewî ya Lêpirsînê, û raguhestina fayilê tawanên şer ên ku li Sûriyê dibin ji bo Dadgeha Tawanên Navnetewî, û stsndina dijwartirîn siza li ser her tawanbarekî destê wî di rijandina her dilopekê ji xwîna gelê Sûrî heyî.

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê

Ofîsa Ragihandinê

08.04.2019

Home Agahî Salek di ser Kîmyabarana Duma re Derbas Dibe û Hevbendî Daxwaza Bizaveke Navnetewî Dike