Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Rejîm û hevalbendên wê şerekî rastîn pêktînin li ser hemû rengên jiyanê li gundewarê Idlib, bi rêya êrîşên asîmanî bi balafirên rêjîmê û yên dagirkeriya Rûsyayê, û herwiha gulebarankirin û wêrankirina ji hêla milîsên terorîst yên Iranê ve.
Êrîşên asîmanî û bejahî di çend demjimêrên borî de li ser deverên başûr û başûrê rojhilatê parêzgehê têne pêkanîn, di çarçoveya şerekî terorîstî de yê berdewam û bi mebest li ser deverên niştecîhan, û armanckirina bazaran bi awayekî giran, ku bûye sedema kuştina 9 kesan û hejmarek ji sivîlan li bajarê Mi’rat al-Nu’man li Seraqib, piştî topbarana sûka şînî li bajêr ji hêla balafirên rêjîmê ve.
Pêşveçûnên rojane yên li ser erdê diyar dikin ku em li pêşberî şerekî berfireh ê tewankarî yê giştî ne, ne bi tenê sûcên şer yan binpêkirinên cuda cuda ne, lê em li pêşberî zincîrek ji kiryarên tawankarî yên rêxistinkirî û bimebest tên, ku piştrast dikin ku gelê Sûrî li hember hevpeymanek terorîstî ya navneteweyî ne, hewla qirkirina Sûriyan dide, û wêrankirina çavkaniyên wan û koçberkirina gelek nifşên wan bi carekî.
Berevajî daxuyaniyên dijî-terorê yan derewên nayên bawerkirin, ku destdirêjiyên rêjîmê, şerê wê yê tewankarî û piştevaniya wê ji terorîzmê re, her ji destpêkê ve bi awayekî rêkûpêk û sîstematîk bû, û bêdengiya navnetewî ya beramberî wê bê guman têkçûyînek exlaqî ye, bi ramana berdewamiya tinebûna yasayê û berpirsiyariyê, ku têde tewan dibin yasa, û dê ji bo paşeroja herêmê û dinyayê bihayên giran hebin.
Ku dewletên qirêj, tawanbaran diparêzin, tawanên wan vedişêrin û beşdarî tawanan dibin, civaka navdewletî ji berpirsiyariya xwe rizgar nabe, û tê xwestin ku Netewên Yekbûyî jî bi berpirsiyarên xwe rabe ji bo girtina biryarên pratîkî ji bo rawestandina projeya kuştin, hilweşandin û koçberkirinê bi carekî, ji ber ku biryar û yasa ne hatine pêkanîn, û yasa ji xwe ve nayên bicîh anîn, lewra ji endamên çalak tê xwestin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin li hember parastina sivîlan bi lez, û darizandina kesên gunehbar û bicihanîna biryarên Encumena Ewlekariyê.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê – Sûriya
Ofisa ragihandinê
02.12.2019