Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê destxweşiyê li tevgera milet dike ya ko înê 04.08.2017 di xwepêşindanan de diyar bû, ew xwepêçandanên pabendiya xwe bi pirinsîbên Şoreşê û amancên wê tekez kirin.
Xwepêşindanên ko îro derketin nameyeke bi zimanê Sûrî yê zelal bû, ko tu ravekirin jê re navê, ew helwest bi ala şoreşê diyar bû, ya ko di ser hemû alan re ye, ya ko simbola mafên rewa ye, û rêka azadî û rizgarkirina ji hemû cûreyên stam û zordarî û tundrewî û tiroristiyê nîgar dike.
Hevbendî piştgiriya xwe ji xwepêşindanên ko îro derketibûn re tekez dike, yên ko bi hezaran derketibûn da rûyê şoreşê yê diyar biparêzin. Û tekez kir ko miletê Sûrî çi aliyekî napejirîne eger têkeve navbera wî û daxwazên azadî û dadmendî û rûmet û yekîtiya Sûriyê bi xak û gelê wê ve, ew bijardeya bi tenê ye ya ko Sûriyan razî bike, bi rêjîmeke nû ya azad û dîmuqratî ya rêzê li mirov û azadî û rûmeta wî bigire.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragihandinê
04.08.2017