Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Berdewamiya şewatan li Rojhilatê Sûriyê li ser dirêjahiya çend heftiyan û ziyanên li pey hatine; nîşanên kareseteke abûrî û mirovî ya mezin in, herwiha hejmara zêde ya deverên şewatan cihê gumanê ye, û pêwîste lêpirsîneke bilez bê kirin, û nîşan bên dîtin û gotinên şahidhalan bêne wergirtin.
Hevbendî tekez dike ku şewtandina berhemên çandiniyê bi mebest karekî tewankarî yê cihê şermezarkirinê ye, û karekî terorîstî ye, û beşek ji tawanên şer yên ku derheqê gelê Sûriyê de têne kirin.
Herwiha divê Civaka Navdewletî destê alîkariyê dirêj bike ji bo vemirandina van agiran, û nehêle were belavkirin, bi taybet ku ew gefê li tinekirina berhemê yekem yê stratejî yê Sûryê dike.
Aliyên li pişt vî karê tawankarî radewestin; dizanin tişta ku dikin tevahiya pêkhateyên Sûriyê dike armanc, û gef e li ser ewlekariya xwarinê ya welat, herwiha birçîkirina xelkê û zêdekirina êş û azarên wan e.
Hevbendî vê pirsê dişopîne, û bi awayekî cidî dixwaze komîteyeke serbixwe bi beşdariya Hikûmeta Sûriyê ya Demkî ava bike, ji bo lêkolînê di sedemên şewatên ku çêdibin bike, û tekez dike ku her aliyê destê wî di vêxistina van agiran de hebe, dê ji sizayê ruha nebe, herwiha Hevbendî desthilata dîfakto li wan deveran û milîsên ser bi wê ve berpirsyarê sereke dibîne, û nahêle aliyê Tirkî û rêxistina Kumên Sipî alîkariyê di vemirandina van agiran de bikin.
Qebareya karesatê mezin e, û şewata bi deh-hezarên hêktaran ji zeviyên genim; ziyanên mezin li pey xwe tîne, û cihê pirsê ye, gelo armancên rasteqîne ji prosêsa birçîkirina Sûriyan û hejarkirina wan re çi ne? Divê Civaka Navdewletî û Hikûmetên bexişkar bi awayekî cidî serderiyê bikin, di rêya sizakirina tawankaran û qerebokirina kesên ziyan li wan bûye, ji bo rûbirûbûna vê karesetê, û çareserkirina encamên wê.
JI dewletên zilhêz tê xwestin bi berpirsyaretiya xwe derbarê rewşa Sûriyê rabin, wek tê zanîn ku ev wêranî û tevliheviya ku rejîm û hevalbendên wê yên desthilata dîfakto û milîsên terorîstî çênedibû; heger cîhan bi berpirsyaretiya xwe rabiba derbarê parastina aştî û ewlekariya navdewletî.
Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragehandin û Pêwendiyan
21 . hezîran . 2019