Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Heft sal li ser destpêkirina şoreşa Sûrî derbas bûn, li dema gel derket ji bêdengiya xwe û rabû bi herifandina dîwarê tirs û revê, û rabû li hember zordariyeke tawankar û terorîst û stemkar, li dijî rijêmeke reftar xirab ku serderî ligel xelkê dike wek benî û kirêgirtiyan, ku xelk ji bo berjewendiya xwe ya taybet li dijî daxwazê gelê Sûriyê û berjewendiyên welat bikar tîne, li ser bikaranîna yekaliyên ewlekarî û leşkerî bi dirêjeya bi dehên salan ligel bizav û daxwazên azadiyê, hercar bi şêwazê tepeserî û çewsandinê li hember miletekê xudan şûntiliyên zêrîn û şaristaniyeke mezin.
Ji Şamê bo Der’a li başûr û paşî li Helebê û heta Qamişlo li rojhilat û Latiqiyê li rojava, banga azadiyê li her deverekî belav bû, û hêjî vedenga azadiyê wê bimîne delîbaz û girove ku şoreşa me cemawerî ye û aştiyane ye bo sercem pêkhateyên gelê Sûriyê, şoreşa azadî û rûmet û dadperweriyê ye ji bo îroj û paşerojê ye.
Li şûna Rijêm bi belê bersivê bide li ser daxwazên milet, berovajî bersiv bi kuştinê û rêbaza ewlekariyê da, ku bersiva wê rengvedanek bû ji tawan û hovatiyê ku bûne dîmen û rûxsarê rijêmê, ya piştgirî lê dibe ji aliyê dagîrkariya Rûsî û milîsên Îranê yên terorîst, ku îro kîna xwe daye xelkê Xûta rojhilat, bi armanckirina taxên nişteciyan û jêrxana bingehîn bi gazên jehrî û bermîlên teqîner û bombe û napalim û bi piştevaniya firokên dagîrkariya Rûsî.
Bêrewştiya Rijêm tiştek xuyaye û veşartî nîne, û ligel wê digunce, û qazincê dibîne ji rewşa navdewletî ya xemsar li hember erkên xwe yên mirovî û yasayî, û dagîrkariya Rûsiya û pirojeyê Îranê yê mezhebperist ev yek bo xwe kirine bi derfet ji bo destê xwe danin li ser fayilê Sûrî û rabin bi cenosîdkirinê û mergesata Xûtayê û ji berî wê ya li Heleb û Idlibê û Der’a dîdevan in.
Îro şoreşa Sûriyê derbasî şeşemîna salroja xwe dibe hevdem ligel gelek alozî û dijberiyan û ligel dakokî û pêdagiriya milet ji bo bidestxistina serkeftinê û avakirina dewleteke firealî û demokrat di çarçovê hewlên vegerandina şoreşê bo reg û binemayên wê yên cemawerî, û aştiyane, û dijberiya terorê û pakirina welatê me ji hêz û milîsên bêyanî, ku pêdiviye li ser desteyên şoreşê rabin pêdeçûnên giştî ji bo destnîşankirina kêm û kurtiyan û dariştina bernameyekê kargêrî rabe bi bersivdana her bersivekî û kar bike ji bo komkirina hêzên şoreşê di çarçovê beriyeke berfereh de ji bo rûbirûbûna bersiv û daxwazên qunaxên û pêdawîstiyên paşerojê.
Ji dewletên pêwendîdar bi dabînkirina ewlehî û aştiya navdewletî tê xwestin ku rabin bi destêwerdaneke bilez û standina rêkarên pêwîst bo parastina sivîlên Sûriyê û bicihkirina biryarên konseya ewlejariyê û dabînkirina dadperweriya navdewletî û dadgehkirina tawanbarên şer û misogerkirina veguhestina siyasî ya bicarekî û rasteqîn ligor biryarên navdewletî yên pêwendîdar.
Em wek hemû mirovan hezkerê şer û kuştinê ne, lê em nehezkeriyê tepeserî û stem û zilmê ne, lewra em her rojeke nû û her saleke nû bi çavkaniya hêviyan dibînin, û careke din em berdewamiyê didin rabûn û û afirandinê bê westiyan.
Şoreşa mayî berdewam bi dirêjahiya salan tevlî astengî û destêwerdanên derve yên dijwar, wê hêzeke mezin heye ji ber ku derbirînê dike ji vîna miletekê azadî û rizgarîxwaz e…ticarî ew şoreş nakeve ya stûna wê milet be.
Şikodarî bo şehîdan, û saxî ji birîndaran re, û azadî ji girtiyan re,
Bijî Sûriya û gelê xwe bi azadî û serbilindî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
15 adar 2018