Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Destpêka şoreşê ji sembola wê Der’ayê destpê kir, roja şehîdê yekem, roja ku gelê Sûriyê bi hemû netewên xwe ve dîwarên tirsê şikandin û daxwaza azadî, rûmet û dadmendiyê kirin: weke mafekî xwezayî li dijî rejîma takalî û zordar.
Ew roja serbilindiya Sûriyê ye, roja hatina şoreşa rûmet û azadiyê ji Der’ayê dergûşa şoreşa sûrî, roja dakokiya Sûrî ya ji bo bidestxistina mafên xwezayî, û avakirina alternatîveke piralî û dewleta maf û dad û wekheviyê.
Adar hevdem meha têkoşîneke dirêj bû ji aliyê gel ve bi dehên salan, û têde bi hezaran hatine şehîd û girtin û sirgon kirin, ew werçarxaneke dîrokî ji têkoşîna efsaneyî ya aştiyane li hember hêzên stem û terorê yên bi kîn yên rejîma Esed, bîranîna destpêka xetîra têkoşînê ye ya ku li hemû bajar, navçe û gundên Sûriyê belav bû, û têde mezintirîn destanên qeremaniyê bi dirêjiya heşt salan hatin tomar kirin.
Lehingên Dar’a û Homs, û hemû gelê Sûriyê, peymana xwe bi şoreşa xwe di her firsendekî de nû dikin, û berdewamiya şoreşa xwe dupat dikin, ku Sûriyê dê dîsa di bin nîrê zordarî, û koletiyê rizgar bibe, û ku Horan sembola şoreşê ye, û dê faktoreke çalak be ji bo bidawîkirina trajidiya xelkê Sûriyê û destpêk be bo avakirina dewleta Sûriya ya nû.
-Di vê bîranîna mezin de, divê em hemû biriya xwe nû bikin, ji bo şerê li hember bêhêvîtiyê, û bi wêrekî li kêmasî û şaşîtiyên xwe vegerin, ji bo bicihkirina dirûşma yekrêziya niştimanî bi kodengiya hemû netewên gelê Sûriyê li ser hêla niştimanî, şoreşgerî, û vegerandina şoreşê li ser riya wê ya aştiyane û cemewarî, li ser dirûşma wê: Gelê Sûrî yek e.
Nehîniya berdewamiya şoreşê, û derbasbûna hemû astengî û tevliheviyan, û berxwedana wê, wijdan gelê Sûrî nîşan dide ji bo mafê wê yê ji bo azadî, rûmet û edalet, û damezirandina dewleta xwe ya helbijartî.
kesên binçav û koçber û wendakirî, û hemû gelê Sûriyê îmaneta li ser stûyê me û em doza wan herdem libîr tînin di her fersend û hevdîtinekî de, û em tekez dikin ku dê kar bikin ji bo serbestberdana girtiyan, û eşkerekirina çarenivîsa kesên wenda, û gerantiya maf û rûmeta penaberan, û van tiştan bi erkekî dibînin ku nabe têde xemsarî bibe.
Xelkê Sûriyê bi dest xalên pêwîst hene ji bo bimînin li ser rêya xwe, li ser pêkanîna armancên xwe yên girîng û derbaskirina gelek astengiyên bi saya hişmendiya xwe ya civakî û siyasî de, bi saya qurbaniyên Artêşa Azad, ya ku li eniyên cuda yên şer, li dijî rejîma terorê û rêxistinên terorîstî ye û derxistina wan ji herêmên mezin cuda yên bakurê Sûriyê, rû bi rû, em îro em divê tavilê ji lihevhatineke niştimanî ne, ji bo şiyana me bihêz bike ji bo sepandina çareseriya siyasî, ya ku têde cihê ti sûcdaran û kujerên gelê Sûrî nebin, û kar ji bo pêşkêşkirina li pêşiya dadgeha navnetewî ji bo bigehin cezayê xwe.
Şoreş ruha xwe di salvegera xwe de vedigerîne û peymana xwe tekez dike li ser berdewamiya kar ji bo bighêjin armancên xwe, welatiyên Sûrî gelek alav û amûran diafrînin ji bo ku berdewamiyê.
Em ê hemû hewldanên xwe bikin li ser bi destxistina armancên şoreşa me di avakirina sîstemeke demokratîk û azad de û rêzê bigire li rûmeta mirovan û mafên wan bi parêz e.
Dilovanî ji şehîdan re, saxî ji birîndaran re, azadî ji girtiyan re,
Bijî Sûriya û Gelê xwe bi azadî û serbilindî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
20.03.2019