Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hêj bi hezaran xortên Sûrî yên dilsozên welatê xwe bi rengek hovane li ser destê Esed tên dardakirin, di çarçoveya tawankariyên cengê û tawankariyên lidijî mirovîniyê, yên rêjîm li hindirê zindana Seydnaya bêrawestan pêktîne.
Hişyariyên berdewam ko me di heyvên bûrî de dan, bi vekolîneke rojnamevanî ya rojnameya Waşinton post belev kir tekez bûn, û aşkere kir ko dardakirin di wê zindanê de bêtir bûye, û salixê sosret û tawankarî û binpêkirinên ji 2011ê ve berdewam in da, û me dîdevanî û belgeh bi wan pêşkêş kirine.
Rêjîm wê di van tawankarî û pilanan de berdewam be, tako tirsê di dilê sivîlan de biçîne û nuhok û paşeroja wan bikuje, eger gefin jidil lê nebin, û kes tune be rê li ber wî bigire, û giring e hemû alî yên kartêker di civaka navdewletî de pê rabin.
Bi hezaran malbatên Sûrî ji çend salan ve di tirs û nîgeraniya berdewam de dijîn, derbarê çarenivîsa zarokên xwe, û ew li benda helwesteke erênî ji civaka navdewletî ne, an têwerdaneke kartêker ko dadweriyê pêk bîne.
Rêjîm û hevalbendên wê dixwezin berdewam bin di pêngav û tawankariyên rêbazkirî de, ko amanca wan têkbirina çareseriya siyasî ye, û demjimêrê bipaş ve vegerînin, li ser kelaxan û xwîn û wêraniyê û tawankariyên ko di salên bûrî de pêk anîne.
Ji Encûmena ewlehiya navdewletî tête xwestin ko bizavin yekser bikin, da rawestandina dardakirinan dabîn bikin, dergehên zindan û jêrzemînên nehênî û yên fermî li pêş xaça sor ya navdewletî vebin.
Rawestandina tawankariyên cînosayidê derheqê girtiyan de pêşindeyeke nabe dereng bikeve, û ew berpirsiyariyeke tevayî ye, bo hemû dewlet û rêkxistinên baweriyê bi mafên mirovan û nirxên azadiyê tînin, divê fişarê bidin bo operasiyonên êşkenceyê rawestînin, û kar bikin ji bo xelkên Sûriyê ji girtin û binçavkirina kotekî biparêzin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Desteya Niştimanî ya kar û barê Girtî û Windayan
25 çilê pêşî 2018