Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Rejîm careke din komkujiyê li dijî sivîlan pêk tîne, ku şevê din, du malbat, du mêr, du jin û çar zarok, bûn qurbaniyên êrîşeke balafirên şer yên rejîmê bi rokêtan li ser zeviyekê li nêzîkî bajarê Xanşêxon li deşta Idlibê.
Êrîşa tawankar ya berdewam û her diçe gurtir dibe li ser deverên Idlib û Hema, hiştiye em gelek caran bangê bo bizaveke navnetewî bidin , ji bo avêtina gavên pêwîst ji bo sepandina dijefirînê li ser bakurê Sûriyê, û rê li pêşiya helîkopterên rejîmê û avêtina bermîlên teqîner bigirin.
Rastiya li ser erdê piştrast dike ku rijêm dê berdewam be di pêkanîna tawan û komkujiyan de li dijî sivîlan, û divê civaka navnetewî, zû yan dereng, û piştî zêdebûna hejmara şehîd û birîndaran, zanibe ku çi rê nîne ji bo rawestandina vê tawankariya berdewam; ji bilî destêwerdaneke navnetewî ya bi bandor, û wê tawanên rejîmê û hevalbendên wê li Sûriyê berdewam bin heta ku civata navneteweyî û Encûmena Ewlekariyê bi berpirsyariyên xwe ranebin.
Hevbendî dubare daxwaza mekanîzmayek navnetewî ya bi bandor dike, ji bo rê li pêşiya rejîmê û milîsên şerxwaz bigire, li gel misogeriya jikarxistina balafirgehên têne bikaranîn di êrîşên dijî sivîlan de.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Ofisa Ragihandinê
14.07. 2019