Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Vetoya Rûsya û Çînê ya îro li dijî projebiryara Belçîkî-Kuweytî li Encûmena Ewlehiyê, bi daxwaza agirbest û parastina sivîlan li ldlibê, tê di çarçoveya perdeya Rûsî-çînî de ya ji bo veşartina tawanên şer û tawanên dijemirov yên dibin bi destê rejîmê.
Ev pêngava miştûmir tê wekî riftareke siyasî ya cihê şermezarkirinê û nerazîbûnê ye, nemaze ku ew tê di çarçoweya piştgiriya rasterast ya leşkerî de ya pêşkêş dibe ji hêla Rûsya ji rejîmê re û beşdarbûna wê di bombebarankirina sivîlan de û pêkanîna tawanên şer li dijî gelê Sûriyê û destêwerdana di karûbarên Sûrî de heta digehêje astê dargîrkariya rasterast li Sûriyê.
Bikaranîna veto ji alî sponsorên rejîma tawanbar ve, berpirsiyariya civaka navdewletî li hember trajediya gelê Sûrî nerake, çi derbarê dosya tawanên şer, yan derbarê karesata mirovî ya berdewam, yan derbarê pirsa girtiyan û penaberan û tevî bi dehan babetên din yên hilwastî.
Ti berawerdkirin nabe di navbera projebiryarên têne beravîtîkirin bi rêya bikaranîna vetoya ji hêla Rûsya û Çînê ve ji bo jikarxistin viyana civaka navdewletî û di navbera projeyên têne pêşkêşkirin ji hêla hevalbendên rêjîmê ve di Encûmena Ewlekariyê de ji bo fihêtiyê, ku bi piraniya dengan têne redkirin.
Hevbendiya Niştimanî bang li aliyên çalak dike ku berpirsiyariyên xwe hilgirin û bi awayek komektîf bixebitin ji bo damezirandina mekanîzmek navnetewî ji bo rawestandina kuştin û tawanên li dijî gelê Sûriyê û sepandina şert û mercên quncayî ji bo serxistina çareseriya siyasî li ser binemayê biryara 2254.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
19.09.2019