Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya NIştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, tekeziyê li ser redkirin û nerazîbûna xwe dike, derbarê bikaranîna Rûsiya û Sînê ji mafê redkirinê VETO re dijî biryara demdirêjkirina guhestina alîkariyên mirovî di sînoran re bo dema saleke dîtir, ya ku ji aliyê Belcîka û Kiwêt û Almanya ve hatibû amadekirin.
Ew bêkarkirina biryara ku piştgiriya gihandina alîkariyên mirovahî dike, beşdariyeke di berdewmkirina derdeseriya bimilyonan ji sivîlan dike, û digihêje sata pêkanîna tewanekê derheqê wan, û kesên ku ew biryar pûç kirine, dixe rêza rijêma Esed de, ya ku tevaya çekên normal û yên kîmawî bikar anîne, û bimilyonan kes ji gelê Sûriyê kuştine û koçber kirine.
Derbasbûna alîkariyan di dergehên Sînorî yên ne di bin kontrola rijêmê de, çêtirîn û tekane bijarde ye, bo bimilyonên sûriyan, û pêgiriya bi vê bijardeyê erkê civaka navdewletî ye, da nehêle tenê alîkarî di riya rijêmekê re be, ku hevwelatiyê xwe riswa dike, û pera bo şerê xwe yê dijî gelê Sûriyê pê dabîn dike.
Ji civaka navdewletî tê xwestin ku yekser destêwerdanê bike, û nehêle encamên vê dengdanê bandora xwe li gelê Sûriyê bike, û kar ji bo pêşxistina mîkanîzmayên navdewletî bibe, da alîkariyên mirovahî bi şêweyin berdêl, ên di riya tevaya awayên berdest re, ji bo rawestandina derdeseriya gelê Sûriyê derbas bibin .
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
21 kanûna pêşîn 2019