Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Wek zelalkirinê ji daxuyaniya cîgirê serokê Hevbendiyê Ebdulehed Êstêfo re, ya duhî li roja şembiyê dayî, ya derbarê beşdariya hêzên şoreşa Sûriyê û rola wan di kongirê Asîtana yê çavrêkirî sibê lidar bikeve de, ya şaş hatibû têgihiştin ji alî û dezgehên ragihandinê, Hevbendî vê zelalkirinê pêşkêş dike:
Daxuyaniya cîgirê serok hatiye li ser bingeha ku dibe şandek bête pêkanîn ji nav hêzên şoreşgerî, û dibe ku ev bibe yekem pêgav ber bi karê hevbeş di navbera wan hêzan de, û bibe fakterê nêzîkbûna wan bi awayekî zêdetir, bi wateya lêkirina binyatên stratîjîk yên xuya di navbera wan hêzan de, û ew bibe bingeh bo bihêzkirina yekgirtina wan.
Ji bo ku çi şaştêgihiştin peyda nebe, em diyar dikin ku axaftina cîgirê serok derbarê artêşeka niştimanî ya Sûriyê, taybet e bi hêzên şoreşê bi tenê, ji bo dubarekirina yekirin û rêkupêkirina rêzên wan û dariştina stratîjiyek hevgirtî, herwiha ji bo hembêzkirina efserên pispor yên cudabûyî, û hîç pêwendiya hêzên Rijêmê bi vê yekê nîne.
Hevbendî tekez dike ku damezrandina encûmenek leşkerî, pirsek bi qonaxa vegugêz û dirustkirina desteyeka hikumraniya veguhêz ve ya bi tevahiya desthilatdariyan girêdayî ye, ya ku wê hîç rola Bişar Esed têde tune be, ligor daxuyaniya Jinêv1 û biryarên navdewletî yên pêwendîdar.
Li dawiyê em dibêjin ku daxuyaniya cîgirê serok hatiye ji bo piştgiriya kongirê “Astana” û nemaze derbarê mijara gerantiya agirbestê û pabendiya hêzên Esed û milîsên palpiştên wê bi rêkeftina agirbestê, û rê bête girtin li pêşiya binpêkirinên berdewam yên ji aliyê wan dibin, û cêbicêkirina sercem bendên mirovî 12-13-14 yên biryara 2254an ya encûmena asayîşa navdewletî, yên pêwîste bilez bêne cêbecêkirin ji bo peydakirina zemîneka guncayî ji bo destpkirina danustandên Jinêv careke din.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
22 çilê paşîn 2017