1) Perwerdeye di bin zankoyê re
– Piştgiriya Dibistanên Sûriyê yên jihevketî li Welatên cîran:
Ji Berpirsiyariya Desthilatdara Demkî ye ko hemû xwendevanan vegerîne xwendegehan û derfeta pêdeçûna xwendina wan li ber wan veke da xwendina xwe berdewam bikin. Desthilat kar dike da hemû rajeyan bo wan pêşkêş bike û hem çend Dibistanan ji wan re vekirin an di rêya xwendina bexşandinê de ji Civaka Milî an Rêkxistinên Civaka Sivîl, û hin ji evan Dibistanan arîşe dîtin ewan jî hiştin hin têk biçin lê me şiyan kir ko em piştgiriya wan bikin bi pêşkêşkirina hin rajeyên ji xwendevanan re û wan li ser maseyên wan bihêlin, ew plan di çend qonaxan re derbas dibe, qonaxa yekem pêşkêşkirina 500 hezar dolarên Amrîkî li ser heşt Dibistanan belav bibe ew Dibistanên ko li ber ketine û li ser dirêjiya pênc mehan û dibe jî qebareya alîkariyê bêtir bibe li gora plana darayî ya Desthilata Demkî.
– Herweha hemû Dibistanên li Dewletên derûdor dergehên xwe li ber Xwendevanan vekirî dihêlin, lê ew karîna ko tev de hilgire nîn e, û em bi gelek Rêkxistan re şiyan dikin da ko Dibistanine nû bi qebareyeke mezintir ji xwendevanan binimînin.
Ezmûneyên giştî:
Bi karê ezmûneya Bakaloriya rabin û hem bawernameyên ji bo wê derbikin, hem jî Perwerdeya Bingehîn û bawernameyên taybet ji bo wê.
Dabînkirina Pertûkên Dibistanê
Bi amanca perwerdeyeke dûr ji siyasetê û rêklamên taybet bi Rêjîma Alesed me Desteyeke zanistî çê kir ji bîst kesan pêk tê hemû pertûkên li Sûriyê derçûne ji pêvegirêdayên siyasetê pak kirin û tiştên zanistî di hemû Rêbazên xwendinê de hiştin, me du milyon pertûk çap kirin û heta destpêka sala nû em ê bigihînin 30 milyon dane.
Nuhkirina Dibistanên ketî:
Ji bo ew Dibistanên ko li hundirê Sûriyê ne, li wir 2600 Dibistanên wêrankirî hene û 1500 Dibistan derbider di wan de niştecih bûne an jî li ser xeta şer in.
Û Desthilata Demkî projeyek danî ji bo nuhkirina Dibistanan û dest pê kir 115 Dibistan nûh kirin, û wê Dibistanên din jî çê bikin. Plana Desthilata Demkî ya nû hevkarî bi Sebeta Sîkordê û bi hin Rêkxistinên Navnetewî ji bo nûkirina ewan Dibistanan û Desthilata Demkî serjimar li gel wê hene bi hejmara Dibistanan û wê operasyoneke berfireh heye ji bo nuhkirinê û vegerandina xwendevanan li wan û hem Dibistanan ji wan re dabîn bikin. Û planek heye ji bo piştgiriya Dibistanên guhêzok û hem jî Dibistanine nû li şûna wan bêne avakirin çimkî ew piçûk in û ne li gora rewşa taxê ne.
2) Perwerdeya Navendî û Bilind
– Zankoya Niştimanî Sûrî:
Zankoya Niştimanî Sûrî wê dergehên xwe di heyva nehan de 2014an veke, Cih û Nivîsgehên wê, dê li ser xaka Sûrî bin û wê li piraniya xaka wê bin û hem Şaxên wê li Bakur û Başûr hebin, wek destpêk dê sê Kolîc bin (Kolîca Zanistî Fermanberî, Kolîca Endaziya Avakirinê, Kolîca Endaziya Sivîl), rêxwendinek heye ko sê Kolîcên din jî vebin (Kolîca Bijîşkiya Mirovî, Kolîca Zanistiyên Siyasî, Kolîca Zimanan), Ev Zanko di dîroka Sûriyê de dê nûjentir Zanko be û wê xwedan nûjentir teknîk û tiknolocya li ser asta cîhanî, li gel rêbazine zankoyî nûjen, û di hînkirina xwe de dê palê bide ser sistema” Hemû Rêbaz û Jêderan” hem jî dê Encûmena Perwerdeya Bilind bê damezirandin da Perwerdeya Bilind li Sûriyê fermanberî û rêkxistin bibe.
– Piştgiriya Xwendevanên ko ji xwendina xwe mane di qonaxa Zankoyê de:
Zankoya Niştimanî Sûrî dê rajeya Xwendevanên ko ji xwendina xwe hatine bidûr xistin da bawernameyên fermî bistînin bi heman rêbaza ko berî ko ji xwendinê bidûr bikevin alîkarî bi wan re bide da qonaxa dahatî bibuhêrin û hem jî Zanko dê bi dehan hezar Bawernameyan ji Xwendevanan re dabîn bike, û alîkariya wan di berdewamkirina xwendina wan de bike.
– Peymangehên Navendî:
Zankoya Niştimanî dê kar bike ji bo vekirina pênc Peymangehên Tiknolocî di biwara (Hêz, Çandinî, Avahî, Av, Kehrebe) û ev Peymangeh di nav plana dubare avakirina Sûriyê de û li jêr dîtina wê ya Stratîcî ya bi paşeroja Sûriyê ve peywendar e û dubare avakirin di hemû şaxan de, çi yên geşepêdana taybet di biwara mirovî de û zanistiyên zelal de yên ko bi dubare avakirinê peywendar in, da Derçûyê Peymangehan di cih de bikaribe têkeve Sûka kar û dabînkirina pêdiviyên girse yên ko hene li hundirê Sûriyê pêk bîne.
3) Perwerdeya Cihgirtinî
– Xwendevanin hene di sê salên buhirî de perwerdehî nedîtine ji ber evê yekê Perwerdeya Cihgirtinî çê bû da demê kurt bike, pêzanînên gerek ji xwendevan re bêne pêşkêş kirin di demeke nîşankirî de û her du salan tevlihev bikin di saleke xwendinê de û ev program di heyva heftan de dê dest pê bike, gelek Dibistanên Sûriyê evî programî pêk bînin ji bo serrastkirina rewşa xwendevanan ji salên ko li wan çûne .
Wê Bihnvedana Havînê tune be û hem jî bihnvedana hefteyê rojek tenê be, û wê ev program heta heyva şeş 2015an bimîne.
Di encama evî programî de wê xwendevan du salan bi salekê xilas bikin.
– Bi taybetî xwendevanên ko tu bawername an belgê pê re tune bin wê Desthilata Demkî ji wan re ezmûneyekê çê bike û wê li gora asta wan bawernameyê bide wan ji bo ewê qonaxa xwendinê ko tê de bû.