Rapor

(Hewlêr - Hîwa can) Kampa giwêlan kû navê wê di dema rêjîma Seddam de (giwêlana Ereba bû) aniha penaberên kurdên sûrî tê de dijîn.  Ji despêka sala 2013an de penaberên kurdên sûrî di vî gundî de bi cî kirin, wê çaxê jimara wan hindik bû. Lê rojbiroj ew jimar zêde dibû. Di gund de dibistaneke qonaxa amadekarî ji dema rêcîma Seddam de hebû, û gava penaber li gund bicî bûn,…
(Entab – Hevbendî) Hevdîtina Hundur ya duyem duh li bajarê Entabê yê Turkî hat bidawî kirin, hevdîtina ku karên xwe di roja 29 çêreya pêşî dest bi karê xwe kir, bi gotina serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê destpê kir, Hadî Elbehra  di gotara destpêkê de projeyê vegera welat û çalakirina sazîiyên opozisyonê pêşkêş kir,çi Hevbendî be an Hukûmet û rêxistinên din yên ku pêve girêdayîne bin,…
(Hewlêr – Hevbendi - Hîwa can) devera kesnezan li hewlêrê kû jimara penaberan li wir gihaye 1518 malbatî , û piştî zehmetiya sal û nîvekî û bi alîkariya çend mamosteyan kû karîbûn dibistanekê li wê deverê ava bikin bi alîkariya Yûnîsêf , û tevî kû gelek astengî ji wan mamosteyan re çêbûn ta kû îsal dergehê dibistanê ji zarokan re vekirin. Lê gelek arîşeyên din ji vê dibistanê re derketin.…
( Hewlêr – Hevbendî - Hîwa can) Tevî rewşa penaberiyê ya tehil ya ku penaberên sûrî li herêma kurdistanê dijîn bi sedema dûr bûna wan ji welat, û êrîşên komên çekdarên tîrorîst li ser navçeyên kurdan li Siûryê , û ji ber ku li hember wan bûyeran nikarin tiştekî bikin di hundirê welat de, hewl didin kela dilê xwe di riya xwepêşandanan û daneheva alîkariyê jibo miletê xwe sar dikin,…
(Hewlêr - Hîwa can )  Kampa giwêlan ji aliyê rêveberî ve bi ser parêzgeha Dihokê ve ye tevî ku bêhtir nêzî parêzgeha Hewlêrê ye bi dûrbûna 45 KMan , û navê kampê ji navê gundê giwêlan yê ku di dema rêjîma Sedam de Ereb bi tenê lê hebûn hatiye. Piştî rûxandina rêjîma sedam Ereban dest ji gund berdan û gund bêkes ma. Lê piştî destpêkirina şoreşa sûrî ya pîroz û…
(Hewlêr - Hevbendi - Hîwa can)  Eger tu li kîjan cadeya hewlêrê bigere tê li zarokên sûrî rast bê ku kertên "Korêk"ê difroşin , û gelek ji wan zarokan di temenê 10 sal û kêmtir de ne , û beşek ji wan zarokana lîstikên zaroka difroşin yan gulan difroşin. Me xwest sedema karê wan nasbikin kû bi zordariya malbatê xwe kar dikin yan ji xizanî kar dikin lê tu kesî…
(Hewlêr - Hevbendî - Hîwa Can) Di sala 2013an de 4 dibistan bi zimanê Erebî li parêzgeha Hewlêrê hebûn û belavkirî bûn li nêv taxên bajêr, û bi sedema wê gelek penaberan nikarîbûn zarokên xwe bişînin wan dibistanan ji ber ku buhayaê kirêya tirmbêl û kosteran giran bû ji wan re. bi alîkariya çend mamosteyên kurd yên sûrî karîbûn dibistanekê li Hewlêra nû vekin û zarokên penaberan xwendin bidin .…
Welatiyên parêzgeha Hesekê bi hezaran li ber ofîsa bilêtbirînê ya balafirgeha Qamişlo rojane kom dibin, piştî birîna riyên bejê di navbera parêzgeha Hesekê û bajarên sereke li sûriyê, ji ber destdanîna rêxistina Dewleta Islamî Li Iraq û Şamê (DAIŞ) li ser parêzgeha Reqa û Dêrazorê.  Jêderekî ji balafirgeha Qamişlo ya navdewletî ji peyamnêrê me re diyar kir ku rojane nêzî hezar kesî li ber ofîsa bilêtbirînê kom dibin ji ber…
(Hevbendî - Hewlêr - Hîwa can ) Ev bû sal û nîvek çend xortên penaber yên sûrî dixwazin dibistanekê li navçeya Kesnezan vekin, ji ber jimara penaberan di wê navçeyêde gihaye 930 malbatî ev li gorî serhejmara asayîşa kesnezan. Piştî sal û nîvekê ji gengeşe û danûstandinê bi rêxistina Yûnîsêf  û wezareta perwerdeyê re,  ew xortên doza  dibistanê dikirin bêhêvî mane ji vekirina dibistana Kesnezan tevî kû dibistan amade bûye…
Di penaberiya Sûriyan de li herêma kurdistanê beşek ji penaberan xwe li gundê  Giwêlan  bicih kirin,  Giwêlan gundeke vala bû û tevî ku nêzî Hewlêrê ye  bi dûrbûna 50 KM , lê bi rêveberiya xwe bi ser parêzgeha dihokê ve ye. Kamp di destpêka xwe de hejimara penaberan têde hindik bû lê rojbiroj zêde bû ta gîha ji 2000 heta 3000 kesî di nav wan de 4 malbatên îraqî hene…
Page 2 of 3
Home Rapor