Bê guman herdem bandorin neyînî yên şoreşan li ser civakê hene, yek ji wan ewe ku li bajar û bajarokên kurdên Sûryê di vê dema dawî de diyardeya hevjîniya pêşwext pir tê dîtin.
Hevjîniya pêşwext li deverên kurda zêde bûye?
Derbarê vê mijarê Mihemed Sefer mamostê dibistanekê li Kobanê ye ji mere got ” mêrkirina keçên temen biçûk piştî Şoreşa Sûrî li bajarê me pirtir bûye , bisedan xwendekarên keç dest ji xwendina xwe berdidin û mêr dikin”.
Ji hêla xwe ve Emel “ya kû mamosteya dibistanê ye” li bajarê Efrînê dibêje ” Salên berî şoreşê hin geşbînî ji kêmbûna rêjeya nexwendevana di nav jinan de hebû , bi destpêka şoreşê re pêleke koçberan ji Helebê gihiştin bajêr û dibistan ji xwendekaran mişt bûn lê ji ber rewşa abûrî ya xerab nema keç dihatin dibistanan , Cihê mixabiniyê ye ku tu bibîne keçên ku di xwendina xwe de serkeftî ne û armanca wan û malbatên wan wergirtina bawernameyeke zankoyê bû di temenê 17 salî de mêr dikin .
Her wiha li parêzgeha Hesekê ev diyarde pir tê dîtin li gor amarên fermî ji navenda gelheya Amûdê ya ku bi kevintirîn û mezintirîn gelhe tê naskirin
Karmendek ji gelheya Amûdê nexwest ku navê wî bê eşkerekirin ji mere diyar kir ku di heyva Tebaxê de 18 keçên ku zayîna wan sala 2000-1999 hevjînbûnên wan di gelhê de hatin tomarkirin.
Çima bav neçar in ku keçên xwe yên biçûk bidin mêr?
Sebaret sedemên belavbûna vê diyardeyê Selah Elî baveke ku keçên xwe yên temen biçûk zewicandine ji mere dibêje ” Sedem pirin rewişt û ’urf û gerdişên civakî her wiha rewşa aborî ya xerab jî roleke mezin dilîz e, xelk neçar dibin ku keçên xwe zû bizewcînin”
M. Emel nîşan dide ku di sala 2014 de her heftiyekê xwendekarek temen biçûk dest ji dibistanê berdida ji ber rewşa abûrî ya xerab ya malbatan
Menal Huseynî mamosteyeke di dibistana Elbetûl de li bajarê Amûdê sedemên vê diyardeyê şirove dike û dibêje” ev diyarde di salên dawî de gelekî belav bûye û bi taybet piştî şoreşa Sûrî ku ewlekarî li parêzgeha me nema ye, her wiha nebûna yasayên taybet bi vê piresgirêkê.
Huseynî di berdewamiya axavtina xwe de sedemeke pir girîng diyar kir, ku welatî keçên xwe didin mêr ji ber metirsiyên wan ji tevlîbûna wan di nav hêzên çekdar de mîna Yekîneyên Parstina Jinê YPJ.
Pirbûna rêjeya berdanê ji encamên vê diyardeyê ne:
Li gor ku Zehîde Silêman ji mere da zanîn “Şerê Sûryê û koçberya xelkê bû sedema zêdebûna hevjîniya pêşwext û gelek pirsgrêkên tenduristî û psikolojî ji ber vê rewşê derdikevin holê, û piraniya caran berdan çêdibe”.
Çare çine?
Dema ku aloziyek di civakekê de hebe pêwîst e zû bê çareserkirin ,parêzer Hesen Xelîl yê ji Kobanê da xuyakirin “çareyên vê pisgirêkê girêdayî ne bi asta zanebûn û têgihiştinê û rewşa abûrî û civakî , dem jê re gerek e lê rewşa zehmet ya Sûrî dihêle ku çare derng bêne dîtin û pêkanîn lê tevî vê yekê divê di hemû waran de kar bê kirin da ku ev diyarde di civaka me de pirtir nebe.
Ji hêla xwe ve M. Emel dibêje di nerîna min de pêwîst e ku em bi hilmetên hişyarkirinê rabin û alîkariyê ji rêxistinên taybet bi mafê jinê bixwazin , eger em nikaribin vê diyardeyê hilînin bi kêmanî em belavbûna wê kêm bikin.
Jêder : Hevbendî