Rapor Archives - Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê https://ku.etilaf.org/rapor Towards a free and democratic Syria Wed, 05 Aug 2020 07:51:28 +0000 en-US hourly 1 https://wordpress.org/?v=6.4.3 https://ku.etilaf.org/wp-content/uploads/2020/08/etilaf-logo-icon-75x75.png Rapor Archives - Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê https://ku.etilaf.org/rapor 32 32 Komeleyên Civaka Sivîl Rastî Astengiyên Mîna yên Serdema Be’is Tên https://ku.etilaf.org/rapor/komeleyen-civaka-sivil-rasti-astengiyen-mina-yen-serdema-be%e2%80%99is-ten Wed, 03 Jan 2018 11:49:57 +0000 http://localhost/ettr/komeleyen-civaka-sivil-rasti-astengiyen-mina-yen-serdema-be%e2%80%99is-ten Di bin darê rêjîma Be’is de, ti yasayên dabînkirin û parastina mafê mirovan tune bûn, û partiya Be’is her tişt bi xwe ve girêdabû, ta bi karê rêxistinên civaka sivîl jî, yên ku mirov bi rengekî xwebexş têde kar dikin, jibo rajeya civaka xwe bikin, û gel û civak sûdeyê ji wî karî bibînin. Piştî […]

The post Komeleyên Civaka Sivîl Rastî Astengiyên Mîna yên Serdema Be’is Tên appeared first on Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê.

]]>
Di bin darê rêjîma Be’is de, ti yasayên dabînkirin û parastina mafê mirovan tune bûn, û partiya Be’is her tişt bi xwe ve girêdabû, ta bi karê rêxistinên civaka sivîl jî, yên ku mirov bi rengekî xwebexş têde kar dikin, jibo rajeya civaka xwe bikin, û gel û civak sûdeyê ji wî karî bibînin.

Piştî destpêkirina şoreşa azadiyê li Sûiyê sala 2011an, gelê kurd xwest hin ji mafê xwe yê talankirî vegerîne, û berê xwe da karê civaka sivîl li deverên xwe, û komeleyên xêrxwazî ava kirin, û wan komeleyan di gelek waran de karê xwe kirin, mîna saziyên guhdana zarokên kêmendam, her weha komeleyên hişyarkirinê û belavkirina çand û huner û geşepêdanê.

Emê behsa Komeleya Amûdê ya Xêrxwazî bikin, wek nimûne ji rewşa komeleyên civaka sivîl re.

Li gor endamê rêvebiriya komeleyê Hisên Şihadê dibêje: “komele di nîsana 2012an de hat damezirandin, û me karîbû alîkariya darayî bi xelkê re bikin, herweha sepetên xwarinê û cilan û şîrê zarokan û pêdawîstiyên dibistanan bidin bihezaran ji malbatên hewcedar li bajarê Amûdê û derdora wî, lê ev 6 heyv in komele hatiye girtin”.

Her kes zane ku piştgiriya darayî bingeha her karekî xêrxwazî ye, û li ser piştgiriya darayî Şihadê weha dibêje: “ Di destpêkê de me pal dida ser karînên endamên Komeleyê ên ku hejmara wan gihabû 600 kesî, her weha xelkin xêrxwaz ên bajarê amûdê jî alîkarî bi me re dikirin, paşre û piştî karê komeleyê berfireh bû û navûdengê wê belav bû, û bi taybetî piştî koçber û derbiderên ji parêzgehên Sûriyê hatin bajêr; Hin saziyan alîkariya me kir, mîna Baw, Avan, Destpêşxeriya ji bo Sûriya Nû û her weha Saziya Cîhanî ya Xwainê, û kesayetiyin ji xelkên Amûdê ên li derveyî welat dijîn jî her heyv pere dişandin”.

Her weha Şihadê amaje kir ku Komeleyê di salên 2014 ta 2016,  girêbest bi saziya Mersî Kor re imza kiribû, û got ku wan karîbû di riya wê girêbestê re piştgiriya cotkaran bikin, bi pêşkêşkirina tov, her weha bi dana êmê ajelan  ji bilî sepetên xwarinê û cilan ji bo nêzî 500 malbatî.

Gelo hin hene karên xêrxwazî qedexe bikin?

Ti karê dinyayê bê astengî û alozî tune ye, lê nakeve bîr û bala ti kesî de ku hin kes an alî hebin ku nehêlin karê xêrxwazî berdewam bibe, gelo kî bîr dibe ku alîkariyên pizîşkî û operesyonên neştergerî ji kesên hewcedar re asteng bike, û alîkariya darayî ji xwendekarên dibistan û zankoyan re, û alîkariya derbideran di riya dana nan ji wan re, qedexe bike?   

Şihadê di derbara astengiyan de bibêje ku komeleya wan  rastî gelek astengiyan ji hêla komînan û Ofîsa Karûbarê Saziyan ve ên bi ser Partiya Yekîtiya Demoqrat ve dihat û ji berî sal û nîvekê de rê ne didan ku em alîkariyan belav bikin, û got: “ tevlî me tevaya belgeyên yasayî ên komeleyê ji aliyên têkildar re pêşkêş kirine jibo bidestxistina ruxsetê, lê wan red kirin ruxsetê bidin me, û li gor wan ji me re got, ji ber sedmên ewlekarî ye”.

Û gelek nimûneyên mîna Komeleya Amûdê ya Xêrxwazî hene, mîna komeleya Nûjiyan a piştgiriya zarokên kêmendam, a ku ji hêla hin jinên bajarê Amûdê sala 2013 hatibû damezirandin, û armanca wan dana alîkariyan ji zarokên kêmendam re bû.

Her weha Navenda Newroz a Civaka Sivîl û komeleya Solîn a Guhdana Zaroktiyê, ev tev hatin girtin ji ber nedana ruxsetan ji wan re, ji ber “ sedemên ewlekarî”.

Û her dem ew pirs di hişê mirov de dimîne, gelo ew sedemên ewlekarî çi ne?!

 

Mîdya Alsalih

 

endamê rêvebiriya

The post Komeleyên Civaka Sivîl Rastî Astengiyên Mîna yên Serdema Be’is Tên appeared first on Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê.

]]>
Di Roja Rojnemegeriya Kurdî De, Kurd Ragihandina Xwe Çawa Dibînin https://ku.etilaf.org/rapor/di-roja-rojnemegeriya-kurdi-de-kurd-ragihandina-xwe-cawa-dibinin Sat, 22 Apr 2017 19:27:42 +0000 http://localhost/ettr/di-roja-rojnemegeriya-kurdi-de-kurd-ragihandina-xwe-cawa-dibinin Di 22 Nîsana 1898 an de mîr Miqdad Bedrxan li Qahîra paytexta Misrê yekemîn rojnameya Kurdî bi navê “Kurdistan” weşand, û ji wê demê de kurdan ew roj weke roja rojnemegeriya Kurdî destnîşan kirin û her sal wê vedijînin, bi vê boneyê Malpera Hevbendiyê xwest ku rewşa rojnemegeriya Kurdî di salên dawî de bişopîne û […]

The post Di Roja Rojnemegeriya Kurdî De, Kurd Ragihandina Xwe Çawa Dibînin appeared first on Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê.

]]>
Di 22 Nîsana 1898 an de mîr Miqdad Bedrxan li Qahîra paytexta Misrê yekemîn rojnameya Kurdî bi navê “Kurdistan” weşand, û ji wê demê de kurdan ew roj weke roja rojnemegeriya Kurdî destnîşan kirin û her sal wê vedijînin, bi vê boneyê Malpera Hevbendiyê xwest ku rewşa rojnemegeriya Kurdî di salên dawî de bişopîne û ev rapirsîn amade kir.

Aras Şemdîn, rojnamevan û endamê rêveberiya malpera Yekîtî Mediya weha li rewşa ragihandinê dinere:
“Bi destpêkirina Şoreşa Sûriyê re derfetek zêrîn ji ciwanên kurd re hat peydakirin da ew jî bi rola xwe ya dîrokî rabin û êş û azarên miletê xwe diyar bikin, û alîkariya civaka xwe bikin di riya veguhestina nûçeyên xwepêşandanan û çalakiyên ku li herêmên Kurdî rûdidan, lê Mixabin piştî derbasbûna 6 salan di ser şoreşa sûrî re, Di nerîna min de ragihandina kurdî li sûrî di rewşek aloz re derbas dibe, bi sedema ku gelek alavên ragihandinê rastî tundiya hêzên desthilatdar tên, çi hêzên rêjîma Sûrî bin an jî yên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYDê bin, ji ber ku bi ti awayan rê nadin peydabûna azadiyê di veguhestina nûçe û rûdanên ku li herêmên kurdî rû dibin da ji raya giştî re bên veguhestin û parvekirin”.

Noşîn Ehmed, rojnamevan û bêjera radiyoya Amûdê FM got:
“Ragihandin bi giştî di dema desthilatdariya Partiya ba`is de di rewşeke pir xirab de bû, lê şoreşa Sûriyê bû weke serhildanekê ji ragihandinê re û cihê xwe di nava ragihandina cîhanî de girt, û bi taybet ragihandina kurdî karîbû di demeke kurt û bi alavên pir sivik nûçeyan belav bikin, û dengê miletekî ku bi dehên salan bindestî û hejarî dîtiye bighîne cîhanê , lê tevî derfeta azadiya bi şoreşê re hat, gelek astengî li pêş karê ragihandinê derketin holê û ji wan astengiyan ew fişarên li ser rojnamavanan ji hêla desthilatên ku li deverên kurdî xwe bi cî kirine û rêvebiriyê dikin. her wiha kêmasiyên wan rojnamavanan ku ne pispor û akadimî ne di warê ragihandinê de.. ji aliyekî din ve kêmasiyên xuya dibin ku gelek alavên ragihandinê bi ser rêbaza hin partiyên siyasî ve ne, û ev yek nûçeyan dixe warê bercewendiya aliyê ku piştgirî û çavdêriya wê dezgehê dike, û azadiya derbirînê binpêk dike, lê ragihandina kurdî tevî kêmasî û astengiyan dikarîbû gaveke balkêş bavêje û roj bi roj pêşve biçe”.

Aştî Tîşê, rojnamevan û peyamnêrê tora mediyayî ya Rûdaw nerîna xwe weha anî ziman:
“Berî şoreşa Sûriyê tiştek nebû navê wê ragihandina Kurdî, wek asta ku em îro dibînin, tenê ragihandina Kurdî di nav belavokan û li ser malperên kurdî dihat dîtin, ew jî qedexe û bi dizî bi rêve diçûn, û tevahiya wan kesên ku dinvîsandin yan ji derveyi welat bûn û yan jî di bin navên ne naskirî de divîsandin.. lê dema ku şoreşa Sûriyê dest pê kir, em dikarin bêjin ku ragihandin li seranserî Sûriyê ket qunaxeke din de. Sebaretî deverên Kurdî ji destpêka şoreşê ta berî salekê jî ragihandina kurdî di asteke baş de bû, li ser asta karê radyo, rojneme, malper, û paş re karê kenalên kurdî, Ku hejmarek ji ciwanan cihê xwe di nav wan dezgehan de didîtin. Lê tiştê ne baş di warê ragihandinê de di nerîna min de dema ku Azadiya ragihandinê û karê wê kete bin çavdêriyê de û rê li ber karê rojnemevanan hate girtin, û ew tiştê herî xerab e ku niha Rojavayê Kurdistanê têde derbas dibe, ku PYD hemû dezgehên ragihandinê kirine bin çavdêriya xwe de û rê li ber azadiya wan hatiye girtin û ev yek bixwe pêşeroja ragihandina kurdî dike metirsiyê de û dibe xaleke reş di karê wan kesên ku bi navê demoqrasiyê bandikin, û tiştê herî xirab ew e ku rojnamevanên kurd di zindanên PYD de ne û têne dadgehkirin, û di serê wan nimûnan de rojnemevan Alan Selîm nûçegihanê malpera Yekîtî Mîdiya, herwiha ku em bala xwe bidin raporên ku ji aliyê dezgehên mafên rojmemevanan derketin di sala 2016 nêzî 17 destdirêjî li dijî rojnemevanan li deverên kurdî pêkhatine. Kurte gotina min ewe ku ragihandina kurdî di demeke zêrîn de derbasbû lê berdewam nekir û sedem jî ew biryar û kiryarên PYD baskê partiya Karkirê Kurdistanê PKK li rojavayê kurdistanê ne”.

Keder Ehmed, rojnamevan û peyamnêrê malpera “Kuluna Şurekaa” weha got:
“Di baweriya min de tu ragihandina Azad li tevaya Sûriyê tune ye, û devera Kurdî beşek ji tevaya welat e û ragihandina wê di heman astê de ye , û her alaveke ragihandinê ji bercewendiya cihekî û aliyekî siyasî re dixebite. Ev yek tê di dema kêferateke siyasî û cengî de ji hêla layanên ku şer û bevçûnê li ser xaka Sûriyê dikin, û ji ber wê yekê rojnamevanî dibe qurbaniya serke di vê qerebalxê de û her layenek hewil dide ku dengê rastiyê û dengên li dijî xwe biçewisîne.
Ez bi hêvî me ku di salvegera rojnmegeriya Kurdî de ya sala tê em karekî azad bibînin û derfet li ber karê rojnemevanî bên vekirin û yasa û zagonên parastina wê li ser xakê bên dîtin”.
  

The post Di Roja Rojnemegeriya Kurdî De, Kurd Ragihandina Xwe Çawa Dibînin appeared first on Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê.

]]>
Jina Kurd Di Navbera Ezitiya Zilam Û Neguhpêdana Ragihandina Kurdî De https://ku.etilaf.org/rapor/jina-kurd-di-navbera-ezitiya-zilam-u-neguhpedana-ragihandina-kurdi-de Sat, 20 Aug 2016 10:25:09 +0000 http://localhost/ettr/jina-kurd-di-navbera-ezitiya-zilam-u-neguhpedana-ragihandina-kurdi-de jina kurd xwe qet dûrî têkoşîn û siyasetê nekir , ji destpêka şoreşa Sûrî de her dem li gel mêran dadiket kolanan û doza azadî û mafê kurda dikir, û tevlî her serkeftinên wê di her warê ku têde kar kiriye, hê bi çavê kêm ji hêla mêran ve lê tê meyzandin, ji bilî ku […]

The post Jina Kurd Di Navbera Ezitiya Zilam Û Neguhpêdana Ragihandina Kurdî De appeared first on Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê.

]]>
jina kurd xwe qet dûrî têkoşîn û siyasetê nekir , ji destpêka şoreşa Sûrî de her dem li gel mêran dadiket kolanan û doza azadî û mafê kurda dikir, û tevlî her serkeftinên wê di her warê ku têde kar kiriye,bi çavê kêm ji hêla mêran ve lê tê meyzandin, ji bilî ku tevaya alavên ragihandina kurdî (TV – radyo – malper …) gelek kêmaniyê di deheqê jinan de dikin, û ti caran ew nedane pêş, her wextê mêr yê zana û siyasetmedar û bîrwer e.

Taz Başa jineke kurd e ji gundê Kelhê ye yê bi ser Dêrikê ve, ji hêla serokê Kongirê Cîhanî Yê Aştiyê, weke balyoza aştiya cîhanî hatiye nîşankirin, û rêvebira rêxistina sivîl ya Sûrî (Nerîn) e,  lê ta niha ti alavên ragihandinê ew guhdan pê nekirine da ku cîhan tev behayê jina kurd û karê wê bibhîze.

di hevpeyvîneke taybet de bi malpera me re Taz  Kongirê Cîhanî yê Aştiyê da nasîn û got ”ew jiyaneke nû ye, têde ewlehî , lêborîn , hezkirin û aşitî di navbera mirovan de belav dibe . Demokrasî , dadmendî ji bo her kesî li her devereekê li cîhanê di bin navê “Em Tev Hevbeşin , Em Tev Zengîn in,  em dixwazin û emê jêre kar bikin da ku hewcedar, birçîbûn û teror nemîne û ti cudahî di navbera ti kesî ji bo ol yan regez yan reng yan raman yan netew nemîne

sebaret çawaniya hilbijartina Taz ji bo vî karî  got ”di baweriya mirov de hezkirina xelkê karekî pir dijwar jê re divê, lê ez bawer dikim ku bi karê bo mirovahiyê dûrî berjewendiyên kesayetî xelk dighên bawerî û hezkirina kesên derdora xwe . ez ji bo vî karî hatim hilbijartin ji ber ku min hin alîkariyên ku ez dibînim gelekî kêmin bo miletê xwe yên di rewş û nîrin pir zehmet re derbas dibûn kirin, û hezkirina wan ez gihandim vê radeyê û vî karî

tevlî ku Taz weke balyoza aştiya cîhanî hatiye nîşankirin, lê ragihandina kurdî ti guhdan pê nekiriye, û derbarê vê yekê Taz bal kişand ser ku carcaran reklam bo xuyakirina armanca karê mirovan pêwîst e, her wiha programê wan dide nîşandan, lê her dem ne wek ku em dixwazin, ez dibêjim ku bi kenala Zagros min derfeta xwe stand.

di pirsekê de ser karê jina kurd di tevaya waran de û bi taybet warê siyasî Taz got  ”rast e jina kurd ne gihştiye asteke cîhanî, lê dema em wê hemberî jinên rojhilata navîn bikin, bawer dikim ku ji wan bêhtir gihiştiye astin bilind.

her wiha jina kurd baweriya wê bi karînên wê heye û hewl dide ku her dem bi ser bikeve.

di civaka kurdan de hin astengî li ber serkeftina jinê hene, Taz ew astengî ji me re diyar kirin û got ku gelek fakter hene ji wan re, yek ji wan 

hişmendiya êlî ya bandoreke mezin li ser paşketina jina jîr dike, ji ber ku derfet û rêyan nadiyê ku xwe pêş bixe.

hevjîntiya pêşwext û stûbariya malbat û zarokan nemaze ku jin û mêr lihev nekin.

nebûn yan kêmbûna derfetên kar ku jin xwe pê di hemû warên darayî , civakî , siyasî …. pêşbixe.

 Tê zanîn ku çareserî ji her aloziyekê re hene , di nerîna Başa de raman û karê ji bo ayinde û siberojê baştir e ji mijûlî û tevdana tiştên demên bûrî, ew ramana ayindeyî wê çareserî be da ku her kes bi aştiyane li ser xaka xwe bijî, û nifşên nû jî wê razî bin, û wê xebatê bikin da ku bighêjin civakeke pêşketî.

belkî ez zêde nabêjim dema bêjim ku xelkên me yên koçber bûne, asta wan ya fikr û ramanê çêtir bûye, ji ber ku pêwendiya wan bi civakên pêşketî re heye û sûdê ji erêniyên wan werdigirin.

her wiha Taz da zanîn ku wê karê wê bê nîşan kirin, dema ku kongir li dar bikeve.

Jêder: Hevbendî/Mîdya Elsalih   

The post Jina Kurd Di Navbera Ezitiya Zilam Û Neguhpêdana Ragihandina Kurdî De appeared first on Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê.

]]>
Belavbûna Diyardeya Hevjîniya Pêşwext Di Nav Kurdên Sûrî De https://ku.etilaf.org/rapor/belavbuna-diyardeya-hevjiniya-peswext-di-nav-kurden-suri-de Sat, 19 Sep 2015 08:20:46 +0000 http://localhost/ettr/belavbuna-diyardeya-hevjiniya-peswext-di-nav-kurden-suri-de Bê guman herdem bandorin neyînî yên şoreşan li ser civakê hene, yek ji wan ewe ku li bajar û bajarokên kurdên Sûryê di vê dema dawî de diyardeya hevjîniya pêşwext pir tê dîtin. Hevjîniya pêşwext li deverên kurda zêde bûye? Derbarê vê mijarê Mihemed Sefer mamostê dibistanekê li Kobanê ye ji mere got ” mêrkirina […]

The post Belavbûna Diyardeya Hevjîniya Pêşwext Di Nav Kurdên Sûrî De appeared first on Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê.

]]>
Bê guman herdem bandorin neyînî yên şoreşan li ser civakê hene, yek ji wan ewe ku li bajar û bajarokên kurdên Sûryê di vê dema dawî de diyardeya hevjîniya pêşwext pir tê dîtin.

Hevjîniya pêşwext li deverên kurda zêde bûye?

Derbarê vê mijarê Mihemed Sefer mamostê dibistanekê li Kobanê ye ji mere got ” mêrkirina keçên temen biçûk piştî Şoreşa Sûrî li bajarê me pirtir bûye , bisedan xwendekarên keç dest ji xwendina xwe berdidin û mêr dikin”.

Ji hêla xwe ve Emel “ya kû mamosteya dibistanê ye”  li bajarê Efrînê dibêje ” Salên berî şoreşê hin geşbînî ji kêmbûna rêjeya nexwendevana di nav jinan de hebû , bi destpêka şoreşê re pêleke koçberan ji Helebê gihiştin bajêr û dibistan ji xwendekaran mişt bûn lê ji ber rewşa abûrî ya xerab nema keç dihatin dibistanan , Cihê mixabiniyê ye ku tu bibîne keçên ku di xwendina xwe de serkeftî ne û armanca wan û malbatên wan wergirtina bawernameyeke zankoyê bû di temenê 17 salî de mêr dikin .

Her wiha li parêzgeha Hesekê ev diyarde pir tê dîtin li gor amarên fermî ji navenda gelheya Amûdê ya ku bi kevintirîn û mezintirîn gelhe tê naskirin

Karmendek ji gelheya Amûdê nexwest ku navê wî bê eşkerekirin ji mere diyar kir ku di heyva Tebaxê de 18 keçên ku zayîna wan sala 2000-1999 hevjînbûnên wan di gelhê de hatin tomarkirin.

Çima bav neçar in ku keçên xwe yên biçûk bidin mêr?

Sebaret sedemên belavbûna vê diyardeyê Selah Elî baveke ku keçên xwe yên temen biçûk zewicandine ji mere dibêje ” Sedem pirin rewişt û ’urf û gerdişên civakî  her wiha rewşa aborî ya xerab jî roleke mezin dilîz e, xelk neçar dibin ku keçên xwe zû bizewcînin”

M. Emel nîşan dide ku di sala 2014 de her heftiyekê xwendekarek temen biçûk dest ji dibistanê berdida ji ber rewşa abûrî ya xerab ya malbatan

Menal Huseynî mamosteyeke di dibistana Elbetûl de li bajarê Amûdê sedemên vê diyardeyê şirove dike û dibêje” ev diyarde di salên dawî de gelekî belav bûye û bi taybet piştî şoreşa Sûrî ku ewlekarî li parêzgeha me nema ye, her wiha nebûna yasayên taybet bi vê piresgirêkê.

Huseynî di berdewamiya axavtina xwe de sedemeke pir girîng diyar kir, ku welatî keçên xwe didin mêr ji ber metirsiyên wan ji tevlîbûna wan di nav hêzên çekdar de mîna  Yekîneyên Parstina Jinê YPJ.

Pirbûna rêjeya berdanê ji encamên vê diyardeyê ne:

Li gor ku Zehîde Silêman ji mere da zanîn “Şerê Sûryê û koçberya xelkê bû sedema zêdebûna hevjîniya pêşwext û gelek pirsgrêkên tenduristî û psikolojî ji ber vê rewşê derdikevin holê, û piraniya caran berdan çêdibe”.

Çare çine?

Dema ku aloziyek di civakekê de hebe pêwîst e zû bê çareserkirin ,parêzer Hesen Xelîl yê ji Kobanê da xuyakirin  “çareyên vê pisgirêkê girêdayî ne bi asta zanebûn û têgihiştinê û rewşa abûrî û civakî , dem jê re gerek e lê rewşa zehmet  ya Sûrî dihêle ku çare derng bêne dîtin û pêkanîn lê tevî vê yekê  divê di hemû waran de kar bê kirin da ku ev diyarde  di civaka me de pirtir nebe.

 Ji hêla xwe ve M. Emel dibêje di nerîna min de pêwîst e ku em bi hilmetên hişyarkirinê rabin û alîkariyê ji rêxistinên taybet bi mafê jinê bixwazin , eger em nikaribin vê diyardeyê hilînin bi kêmanî em belavbûna wê kêm bikin.

Jêder : Hevbendî

The post Belavbûna Diyardeya Hevjîniya Pêşwext Di Nav Kurdên Sûrî De appeared first on Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê.

]]>
Paşketina Karta Tenduristiyê Li Parêzgeha Hesekê https://ku.etilaf.org/rapor/pasketina-karta-tenduristiye-li-parezgeha-heseke Tue, 25 Aug 2015 11:33:50 +0000 http://localhost/ettr/pasketina-karta-tenduristiye-li-parezgeha-heseke Di van salên dawî de warê tenduristî li Parêzgeha Hesekê bi şêweyekî berçav bipaş ketiye, û kêmbûn û nemana hin cûreyên dermanan û koçberiya kadroyên bizîşkî bandoreke nerênî li jiyana nişteciyan dike. “Navendên tenduristiyê bê dermanin“ “Berî şoreşê dermanên piraniya nexweşiyan bi şêweyekî normal û di dema xwe de bi tibabên mezin  li navendan peyda […]

The post Paşketina Karta Tenduristiyê Li Parêzgeha Hesekê appeared first on Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê.

]]>
Di van salên dawî de warê tenduristî li Parêzgeha Hesekê bi şêweyekî berçav bipaş ketiye, û kêmbûn û nemana hin cûreyên dermanan û koçberiya kadroyên bizîşkî bandoreke nerênî li jiyana nişteciyan dike.

Navendên tenduristiyê bê dermanin

“Berî şoreşê dermanên piraniya nexweşiyan bi şêweyekî normal û di dema xwe de bi tibabên mezin  li navendan peyda dibûn , bi rêjeya 75% ji dermanê nexweşên şekir û tansiyonê û vaksînên zarokan rojane hebûn, lê piştî  derbasbûna zêdeyî 4 salan di ser şoreşê re, piraniya dermanan û bi taybetî yên mexber û tehlîlan nema ne , 3 rapor ji rêveberiya tenduristiyê re ji bo dabînkirina dermanan hatine şandin, lê bê ku ti bersivê li me vegerînin.

Sebaret vaksînên zarokan di heftiyê de rojekê tenê peyda dibin, bi sedema nekarîna hiştin û parastina wan vaksînan li navendan ji ber nebûna elkektrîkê, û ji ber wezareta tenduristiyê dermanên tên xwestin naşîne ji ber aloziyên li ser riyan”.

ev zanyarî (F .D) karmenda di navanda teduristiyê li Amûdê ji mere ragihandin û nexwest ku navê wê bi temamî bê eşkerekirin.

(F . D) li ser sûdeya ku hevwelatiyan ji navendan werdigirtin axivî û got: “tevaya xelkên deverê sûde ji hebûna dermanan û çêkirina tehlîlan û girtina wêneyên bi Tîşika-X didîtin, lê niha ew kar tev rawestiya ye”

“Aloziyên li ser riyan û têkçûna kargehan bû sedema nebûna piraniya cûreyên dermanan”

Ji hêla xwe ve dermansaz Îsam Mihemed Emîn ji bajarê Qamişlo ji mere da xuyakirin ku “gelek cûreyên dermanan weke yên çerm, nema tên peydekirin ji ber herifîna kompaniyên wan yên bi tenê mîna kompaniya Domîna li Helebê ku tenê dermanên çermî  ji berhemên wê bûn , û dermanên Penceşêrê û Reboyê jî nema ne ji ber dorpêçkirina li ser herêmên me,lê dermanên din mîna yên nexweşiyên şekir û yên tansiyonê , pir astengî di dabînkirina wan de tuneye ji ber hê nêzî 25 kargehên wan  hene, lê şîrê zarokan ketiye destê bazirganan de û pir keysbaziyê lê dikin”.

Sebaret bi sedemên kêmbûna dermanan yan nebûna wan û karîna guhertina wan dermanan bi dermanin din,dermansaz Îsam got “aloziyên li ser riyên di navbera parêzgehan de , û buhabûna veguhestina ezmanî  û herfîna kargehan ew in sedema nebûn yan jî kêmbûna dermanan , dermanên ji dêvla wan ve bên bikaranîn hene, jêdera wan Ferensa , Siwêsra… ye û di riya Libnanê re bi qaçaxî tên lê nirxê wan pir buha ye , wekî din ji herêma Kurdistanê û Tirkiyê jî derman tên lê sûdeya wan kême û ne wek dermanê Sûrî qenc in”

“Nexweşxaneya niştimanî li Qamişlo hewcedarî bijîşk û lezgîniya sazkirina alavên pizîşkî ye

Doktor . /E/  li nexweşxaneya niştimanî li Qamişlo kar dike, nexwest navê wî bê eşkerekirin hin zanyarî ji mere ragihandin û got: “ji ber hatina welatiyan ji tevaya parêzgeh û deverên Sûrî bo parzgeha Hesekê, jimara nexweşan gelekî zêde bûye lê ji ber kêmbûna bijîşkan ti guhdan bi wan nayê kirin ,sebaret bi alavên pizîşkî ewî nûjdarî ji mere got “hemû alav hene lê dema ku yek ji wan xera dibe pir dereng tên sazkirin, mîna alava Sonara mejî ku ji berî 10 rojan xerabûye  ev kêşe karê me asteng dikin”

Her wiha D. /E/ li ser dermanên li nexweşxaneyê got: “nexweşxane di riya lihevdaşikandina  kompaniyên dermanan re derman peyda dike û pirê caran derman hene”      

“Rewşa ewlehî ya xerab bû sedema koçberiya kadroyên pizîşkî”

Li rojavayê Kurdisatanê pir sedem hebûn ku gelek ji nûjdaran koçber bibin, D. Ebdulwehab Ehmed ji bajarê Serê Kanyê ye, niha li bajarê Hewlêrê niştecî bûye, di pêwendiyekê de li gel wî sedemên koçberiya xwe û hin hevalên xwe yên nûjdar ji me re diyar kirin “ji despêka şoreşê de ez ji artêşa rêjîmê  veqetyam , ne nasnameya sivîl û nejî rênameya min hebû ,zêdeyî van , nîrên awarte yên ku Partiya Yekîtiya Demuqrat PYD û şaxên wê yên leşkerî ku li ser kurdan ferz kiribûn , her weha têkçûna rewşa ewlehî ku  bû sedema revandina  bijîşkan yan zarokên wan û xwestina pereyan ji bo berdana wan, her wiha rewşa diravî û ji bo dabînkirina jiyan û pêşeroja zarokan, wek tevaya miletê Sûrî bû sedema koçberiya min”

Li ser jimara koçberên bijîşk D.Ehmed  dibêje “pistî têkçûna rewşa ewlehî min û nêzî 20 hevkarên xwe me berê xwe da Kurdistana Iraqê, tu dikare bêje ku em yên pêşî bûn ji karta bizîşkî ku koçber bûn”.

Dema ku civak bê kadroyên bizîşkî  dimîne bobelat têde pir dibin D. Ehmed li ser vê mijarê ji mere got “gelek bandorên nerênî hene mîna:

-Kêmbûna kadroyên pizîşkî yên pispor û taybetmend.

 – Paşketina asta guhdana tenduristî di nav civakê de bi taybet deverên dûrî bajaran bi sedema rewşa nearam ji ber cengê.

 – Peydabûna gelek cûreyên nexweşiyan ji ber nebûna hişyariyê û bi taybet ya tenduristî.

 – Jidestdana jiyanê ji ber kêmbûna pisporan li nexweşxaneyan dema qezayan.

 – Buhabûna nirxê  dermankirin û çareseriya nexweşiyan dema neçarbûna xelkê û derketina derveyî welêt ji bo dermankirinê.

 – Zêdebûna şaşiyan di odeyên nişterkeriyê de ji ber nebûna nûjdarên pispor.

 – Keysbaziya diravî ji hêla hin bijîşkan ve”

Jêder: Hevbendî / Mîdiya Salih 

The post Paşketina Karta Tenduristiyê Li Parêzgeha Hesekê appeared first on Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê.

]]>
Piştguhkirina Binpêkirinên Mafên Sûriyan.. di Bîranîna Ragihandina Navnetewî Ya Mafê Mirov https://ku.etilaf.org/rapor/pistguhkirina-binpekirinen-mafen-suriyan-di-biranina-ragihandina-navnetewi-ya-mafe-mirov Tue, 09 Dec 2014 22:00:00 +0000 http://localhost/ettr/pistguhkirina-binpekirinen-mafen-suriyan-di-biranina-ragihandina-navnetewi-ya-mafe-mirov ” Ez mirovim  ez ne giyanewerim“..rojekê  Mihemed  Ehmed Ebdulwehab yê şoreşvan dema şêweyê serkutkirina rijêma Esed dijî xwepêşandarên ku daxwaza azadî û rûmetê kirin..Ev hevok derdê dilê tevahiya sûriyan yên ku di bêtir ji 40 salî di bin setemkarî û riswakirin û zorê de mane, û hîn jî jana wê bindestiyê li ser destê rijêma […]

The post Piştguhkirina Binpêkirinên Mafên Sûriyan.. di Bîranîna Ragihandina Navnetewî Ya Mafê Mirov appeared first on Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê.

]]>
Ez mirovim  ez ne giyanewerim“..rojekê  Mihemed  Ehmed Ebdulwehab yê şoreşvan dema şêweyê serkutkirina rijêma Esed dijî xwepêşandarên ku daxwaza azadî û rûmetê kirin..Ev hevok derdê dilê tevahiya sûriyan yên ku di bêtir ji 40 salî di bin setemkarî û riswakirin û zorê de mane, û hîn jî jana wê bindestiyê li ser destê rijêma Beşar Esed dijîn, rêjîm di binpêkirinên dijî gelê Sûrî de berdewam e, gelê ku nema karîbû jiyana bindestiyê bijî û di rûyê setemkar de hilbû. Di bîranîna ragihandina cîhanî ji mafê mirovan re , rapora ” Piştguhxistina binpêkirinên mafên Sûriyan ..di bîranîna Ragihadina Cîhaniya mafên Mirov de ” derbirînek li ser binpêkirinên rijêma Esed dijî Sûriyan e ,di bin siya bêdengiya navdewletî  himber van  zêdegaviyan.

Ji bo daxistina raporê bi şîweyî PDF 

 

The post Piştguhkirina Binpêkirinên Mafên Sûriyan.. di Bîranîna Ragihandina Navnetewî Ya Mafê Mirov appeared first on Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê.

]]>
Jiyana Sûriyên Xwedan Pêwîstiyên Taybet…Tehliya Di Tehliyê De https://ku.etilaf.org/rapor/jiyana-suriyen-xwedan-pewistiyen-taybet%e2%80%a6tehliya-di-tehliye-de Wed, 03 Dec 2014 14:07:36 +0000 http://localhost/ettr/jiyana-suriyen-xwedan-pewistiyen-taybet%e2%80%a6tehliya-di-tehliye-de Êş û azarên Sûriyên xwedan pêwîstiyên taybet rojbiroj mezintir dibe, bi piştguhkirina navdewletî ji bobelata wan re, û nebûna piştgiriya darayî û tenduristî jibo sivikirina dijwariya jiyana wan…çimkî rewşa nexweşiya wan dijwartir dib edema dibin penaber û desteng dibin ku nikarin çareseriyê û dermanan bidest bînin. Rapora “Jiyana Sûriyên Xwedan Pêwîstiyên Taybet…Tehliya Di Tehliyê De” […]

The post Jiyana Sûriyên Xwedan Pêwîstiyên Taybet…Tehliya Di Tehliyê De appeared first on Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê.

]]>
Êş û azarên Sûriyên xwedan pêwîstiyên taybet rojbiroj mezintir dibe, bi piştguhkirina navdewletî ji bobelata wan re, û nebûna piştgiriya darayî û tenduristî jibo sivikirina dijwariya jiyana wan…çimkî rewşa nexweşiya wan dijwartir dib edema dibin penaber û desteng dibin ku nikarin çareseriyê û dermanan bidest bînin. Rapora “Jiyana Sûriyên Xwedan Pêwîstiyên Taybet…Tehliya Di Tehliyê De” beşek ji derdeseriya vî parçeyê lawaz û jibîrkirî ji civakê li welat û  kampên penaberiyê û di hundurê Sûriyê de ronî dike.. ev beşê civakê yê ku saziyin navdewletî dibêjin ku hejmara wan gelekî pir bûye ji encama bombebarankirina rijêmê ji sivîlan re ji destpêka şoreşê de, û çêbûna 270 hezar kêmendamên herdemî yên din, her tirs jî heye ku ev hejmar rojbiroj pirtir bibe..

Ji bo dîtina PDFa tevahiya raporê pê li vir bike : Jiyana Sûriyên Xwedan Pêwîstiyên Taybet…Tehliya Di Tehliyê De”      

The post Jiyana Sûriyên Xwedan Pêwîstiyên Taybet…Tehliya Di Tehliyê De appeared first on Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê.

]]>
Tundûtûjiya Dijî Jina Sûrî… Di Nav Du Agiran De.. Agirê Rêjêmê û Yê DAIŞê https://ku.etilaf.org/rapor/tundutujiya-diji-jina-suri%e2%80%a6-di-nav-du-agiran-de-agire-rejeme-u-ye-daise Mon, 01 Dec 2014 14:53:33 +0000 http://localhost/ettr/tundutujiya-diji-jina-suri%e2%80%a6-di-nav-du-agiran-de-agire-rejeme-u-ye-daise  Hê jî rêjîma Esed di tundûtûjiya dermafê jinên Sûrî de berdewam e, bê ku guh bide helmet û bangên mafnasî yên nêvdewletî..dengê hawar û fîxanên jinên sûrî di zindanan de ji ber êşkence û tundûtûiya  sêksî guhên civaka navdewletî ker kirin û hîn jî berdewam e, kesî guh neda  bobelata sûrî û berê xwe jî […]

The post Tundûtûjiya Dijî Jina Sûrî… Di Nav Du Agiran De.. Agirê Rêjêmê û Yê DAIŞê appeared first on Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê.

]]>
 Hê jî rêjîma Esed di tundûtûjiya dermafê jinên Sûrî de berdewam e, bê ku guh bide helmet û bangên mafnasî yên nêvdewletî..dengê hawar û fîxanên jinên sûrî di zindanan de ji ber êşkence û tundûtûiya  sêksî guhên civaka navdewletî ker kirin û hîn jî berdewam e, kesî guh neda  bobelata sûrî û berê xwe jî jê guhertin, di Roja Cîhanî Ya Dijî Tundûtûjiya Dermafê Jinê de, Rapora (Tundûtûjiya Dijî Jina Sûrî …Di Nav Du Agiran De..Agirê Rêjîmê û Yê DAIŞê) ya ku nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiyê amade kiriye, êş û azar û derdeseriyên jina sûrî ya xwepêşandan dijî rijêma Esed li dar xistin tîne ziman, tundûtûjiya ku rijêma Esed di zindanan de û dema girtina ser gund û bajaran û li deverên bumbebarankirî dijî wê bikar tîne… rapor derdeseriyên gelê sûrî diyar dike di dema hebûna rêxistina Daiş li hin deverên sûrî..hêjayî bibîranînê ye ku rijêma Esed û ta dema Amadekirina vê raporê her awayên tundûtûjiya sêksî li gelek parêzgehan bikar tîne, bi armanca tirsandin û terorkirina gel û vemirandina dengê rikberên xwe..tevlî berdewamiya wî di kuştina pîlankirî ji jinan re, ew jinên ku gunehê wan tenê  ew e, daxwaza azadiya gelê sûrî ji rêjêmeke diktator û tewankar kirine.

Ji bo dîtina PDF a tevaya raporê : Tundûtûjiya Dijî Jina Sûrî …… Di Nav Du Agiran De..Agirê Rêjêmê û Yê DAIŞê

The post Tundûtûjiya Dijî Jina Sûrî… Di Nav Du Agiran De.. Agirê Rêjêmê û Yê DAIŞê appeared first on Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê.

]]>
Bêwarî: Kampa Bab Elselame Û Bobelata Zarokên Koçber Yên Jibîrkirî https://ku.etilaf.org/rapor/bewari-kampa-bab-elselame-u-bobelata-zaroken-kocber-yen-jibirkiri Tue, 18 Nov 2014 22:00:00 +0000 http://localhost/ettr/bewari-kampa-bab-elselame-u-bobelata-zaroken-kocber-yen-jibirkiri Zarokên Sûrî li Kampên derbideriyê di aloztirîn ezmûnê re ko di ser Zarokên mirovhiyê re derbas dibe dibuhûrin.. Zehmetkêşiya wan ji Çadirên bêmirês dest pê dike ko ne wan ji germa havînê û ne jî serme û barana Zivistanê diparêzin, û bi dabîn-nekirina Sobeyekê an betniyekê ko sawa nexweşiyekê ji wan dûr bike bidawî nabe… […]

The post Bêwarî: Kampa Bab Elselame Û Bobelata Zarokên Koçber Yên Jibîrkirî appeared first on Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê.

]]>
Zarokên Sûrî li Kampên derbideriyê di aloztirîn ezmûnê re ko di ser Zarokên mirovhiyê re derbas dibe dibuhûrin..

Zehmetkêşiya wan ji Çadirên bêmirês dest pê dike ko ne wan ji germa havînê û ne jî serme û barana Zivistanê diparêzin, û bi dabîn-nekirina Sobeyekê an betniyekê ko sawa nexweşiyekê ji wan dûr bike bidawî nabe…

Heta bi xwarina ko digihê wan geşbûnê nade laşên wan yên lawaz… zehmetkêşiyeke berdewam e û bi pirbûna derbideran bêtir dibe,ew derdekêşiyeke piştguhkirî ye ji aliyê Civaka Navdewletî ve, ew Civaka ko nema guh dide paşeroja tevahiya nifşekî  ko di bin gefa windabûnê de dijî.

Raporta”Bêwarî: Kampa Bab Elselame û bobelata Zarokên derbider yên jibîrkirî” hewil dide ruhniyê bide ser aloziyên ko Zarok li Kampên derbideriyê dibînin, di riya serdanekê ji Kampa Elselame re û rawestana li ser rewşa zehmetkêşiyên jiyana wan,ku tu alavên jiyanê û nejî yên hînkirinê ji zarokên derbider re nîn in.

Ji bo dîtina tevahiya raporê: pê li vir bike

The post Bêwarî: Kampa Bab Elselame Û Bobelata Zarokên Koçber Yên Jibîrkirî appeared first on Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê.

]]>
ENKS Hevrêziyê Bi Hevbendiyê Û Hikûmeta Demkî Re Dike Ji Bo Çareserkirina Kêşeya Xwendekarên Kobanê Yên Koçberbûyî https://ku.etilaf.org/rapor/enks-hevreziye-bi-hevbendiye-u-hikumeta-demki-re-dike-ji-bo-careserkirina-keseya-xwendekaren-kobane-yen-kocberbuyi Sat, 15 Nov 2014 22:00:00 +0000 http://localhost/ettr/enks-hevreziye-bi-hevbendiye-u-hikumeta-demki-re-dike-ji-bo-careserkirina-keseya-xwendekaren-kobane-yen-kocberbuyi Zêdan zarokek 11salî ye, dilezîne  dema ku dibhîze ku hinek li ser xwendinê an vekirina dibistanekê li kampeke penaberên Kobanê li nêzî bajarê Surûcê yê Turkî diaxivin, û dema pirs ji wî bû eger dixwaze xwendina xwe berdewam bike û vegere polê, bersiv da û got : Gelo ma kes heye naxwaze vegere xendinê? Û […]

The post ENKS Hevrêziyê Bi Hevbendiyê Û Hikûmeta Demkî Re Dike Ji Bo Çareserkirina Kêşeya Xwendekarên Kobanê Yên Koçberbûyî appeared first on Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê.

]]>
Zêdan zarokek 11salî ye, dilezîne  dema ku dibhîze ku hinek li ser xwendinê an vekirina dibistanekê li kampeke penaberên Kobanê li nêzî bajarê Surûcê yê Turkî diaxivin, û dema pirs ji wî bû eger dixwaze xwendina xwe berdewam bike û vegere polê, bersiv da û got : Gelo ma kes heye naxwaze vegere xendinê? Û bi xwîn germî berdewam dike, hûn hatine dibistanekê li kampê vekin?
Zêdan yeke ji nav hezarên zarokê Kobanê ên ku Daiş ew ji xwendina wan dûr xistine, û ew kirin penaber li Turkiyê.
Li kampa Ellî korê li nêzî Surûcê me pirsa xwendina zarokan ji bavekî kir, weha bersiv da: yek dibistan li vêderê tune ye û tiştê zarokên me di dibistanên Kobanê de fêrbibûn jî li vir jibîr kirin, em niha zehmetiyê di kontirol kirina wan de û parastina mejiyê wan ji ramanên neqenc dibînin, em dixwazin dengê me bighêje berpirsyaran da alîkariya me bikin.

Nebûna dibistanên fermî û rewşa xwendevanan ya xirab, ne bû rêgir li ber xwebexşan da ku li gorî karîna xwe alîkariyê bikin, mamosta ” Xanim” keçek ji Kobanê ye , wê û girûpek ji ciwanan barê fêrkirina 300 zarokî dan ser milê xwe, û dema ku me li ser şêwazê hînkirinê jê pirsî “Xanim” got: me xwendevan li ser Sê beşan belav kirine,beşê yekem ji Sê salan ta şeş salan , yê Diwem ji Heft ta Heşit salan û yê Siyan ji Neh ta Deh salan, û ev bi sedema biçûkbûna polan, û em destpêkê weke bingeh wan hînî zimanê Kûrdî dikin, paş re zimanê Erebî û yê Ingilîzî.
Encûmena Niştimanî ya Kurd Li Sûriyê, Hevbendiya Niştimanî Sûrî, û Hikûmet Demikî, ev bûn deriyên ku bavê zarokan li wan didan, çimkî herûher dibêjin ” ew berpirsin û em li hêviya wan in ku çareyekê ji bo xwendina zarokên me bibînin”.
Ev name me gihand Encûmena Kurdî ya li Surûcê, Enter Ne´isan endamê Ecûmenê tekez kir ku ew xwe ji ber bar nadin alî, û me lîste bi navê mamosteyan çêkiriye û nêzî 500 Xwendevanî civandine da ku em dest bi karê fêrkirina wan bikin, û di dema du rojan de wê şandeya me li Entabê be da hevrêziyê bi Hevbendiyê û Hikûmeta Demikî re bike, ev kar wê bingehek be ji bo em di siberojê de hejmara herî mezin ji xwendevanan bicivînin da xwendina xwe berdewam bikin.
Pirsgirêk dimîne li dar ta ku ew sozên xweş di piratîkê de bi cî bibin.

The post ENKS Hevrêziyê Bi Hevbendiyê Û Hikûmeta Demkî Re Dike Ji Bo Çareserkirina Kêşeya Xwendekarên Kobanê Yên Koçberbûyî appeared first on Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê.

]]>