Di van salên dawî de warê tenduristî li Parêzgeha Hesekê bi şêweyekî berçav bipaş ketiye, û kêmbûn û nemana hin cûreyên dermanan û koçberiya kadroyên bizîşkî bandoreke nerênî li jiyana nişteciyan dike.
“Navendên tenduristiyê bê dermanin“
“Berî şoreşê dermanên piraniya nexweşiyan bi şêweyekî normal û di dema xwe de bi tibabên mezin li navendan peyda dibûn , bi rêjeya 75% ji dermanê nexweşên şekir û tansiyonê û vaksînên zarokan rojane hebûn, lê piştî derbasbûna zêdeyî 4 salan di ser şoreşê re, piraniya dermanan û bi taybetî yên mexber û tehlîlan nema ne , 3 rapor ji rêveberiya tenduristiyê re ji bo dabînkirina dermanan hatine şandin, lê bê ku ti bersivê li me vegerînin.
Sebaret vaksînên zarokan di heftiyê de rojekê tenê peyda dibin, bi sedema nekarîna hiştin û parastina wan vaksînan li navendan ji ber nebûna elkektrîkê, û ji ber wezareta tenduristiyê dermanên tên xwestin naşîne ji ber aloziyên li ser riyan”.
ev zanyarî (F .D) karmenda di navanda teduristiyê li Amûdê ji mere ragihandin û nexwest ku navê wê bi temamî bê eşkerekirin.
(F . D) li ser sûdeya ku hevwelatiyan ji navendan werdigirtin axivî û got: “tevaya xelkên deverê sûde ji hebûna dermanan û çêkirina tehlîlan û girtina wêneyên bi Tîşika-X didîtin, lê niha ew kar tev rawestiya ye”
“Aloziyên li ser riyan û têkçûna kargehan bû sedema nebûna piraniya cûreyên dermanan”
Ji hêla xwe ve dermansaz Îsam Mihemed Emîn ji bajarê Qamişlo ji mere da xuyakirin ku “gelek cûreyên dermanan weke yên çerm, nema tên peydekirin ji ber herifîna kompaniyên wan yên bi tenê mîna kompaniya Domîna li Helebê ku tenê dermanên çermî ji berhemên wê bûn , û dermanên Penceşêrê û Reboyê jî nema ne ji ber dorpêçkirina li ser herêmên me,lê dermanên din mîna yên nexweşiyên şekir û yên tansiyonê , pir astengî di dabînkirina wan de tuneye ji ber hê nêzî 25 kargehên wan hene, lê şîrê zarokan ketiye destê bazirganan de û pir keysbaziyê lê dikin”.
Sebaret bi sedemên kêmbûna dermanan yan nebûna wan û karîna guhertina wan dermanan bi dermanin din,dermansaz Îsam got “aloziyên li ser riyên di navbera parêzgehan de , û buhabûna veguhestina ezmanî û herfîna kargehan ew in sedema nebûn yan jî kêmbûna dermanan , dermanên ji dêvla wan ve bên bikaranîn hene, jêdera wan Ferensa , Siwêsra… ye û di riya Libnanê re bi qaçaxî tên lê nirxê wan pir buha ye , wekî din ji herêma Kurdistanê û Tirkiyê jî derman tên lê sûdeya wan kême û ne wek dermanê Sûrî qenc in”
“Nexweşxaneya niştimanî li Qamişlo hewcedarî bijîşk û lezgîniya sazkirina alavên pizîşkî ye“
Doktor . /E/ li nexweşxaneya niştimanî li Qamişlo kar dike, nexwest navê wî bê eşkerekirin hin zanyarî ji mere ragihandin û got: “ji ber hatina welatiyan ji tevaya parêzgeh û deverên Sûrî bo parzgeha Hesekê, jimara nexweşan gelekî zêde bûye lê ji ber kêmbûna bijîşkan ti guhdan bi wan nayê kirin ,sebaret bi alavên pizîşkî ewî nûjdarî ji mere got “hemû alav hene lê dema ku yek ji wan xera dibe pir dereng tên sazkirin, mîna alava Sonara mejî ku ji berî 10 rojan xerabûye ev kêşe karê me asteng dikin”
Her wiha D. /E/ li ser dermanên li nexweşxaneyê got: “nexweşxane di riya lihevdaşikandina kompaniyên dermanan re derman peyda dike û pirê caran derman hene”
“Rewşa ewlehî ya xerab bû sedema koçberiya kadroyên pizîşkî”
Li rojavayê Kurdisatanê pir sedem hebûn ku gelek ji nûjdaran koçber bibin, D. Ebdulwehab Ehmed ji bajarê Serê Kanyê ye, niha li bajarê Hewlêrê niştecî bûye, di pêwendiyekê de li gel wî sedemên koçberiya xwe û hin hevalên xwe yên nûjdar ji me re diyar kirin “ji despêka şoreşê de ez ji artêşa rêjîmê veqetyam , ne nasnameya sivîl û nejî rênameya min hebû ,zêdeyî van , nîrên awarte yên ku Partiya Yekîtiya Demuqrat PYD û şaxên wê yên leşkerî ku li ser kurdan ferz kiribûn , her weha têkçûna rewşa ewlehî ku bû sedema revandina bijîşkan yan zarokên wan û xwestina pereyan ji bo berdana wan, her wiha rewşa diravî û ji bo dabînkirina jiyan û pêşeroja zarokan, wek tevaya miletê Sûrî bû sedema koçberiya min”
Li ser jimara koçberên bijîşk D.Ehmed dibêje “pistî têkçûna rewşa ewlehî min û nêzî 20 hevkarên xwe me berê xwe da Kurdistana Iraqê, tu dikare bêje ku em yên pêşî bûn ji karta bizîşkî ku koçber bûn”.
Dema ku civak bê kadroyên bizîşkî dimîne bobelat têde pir dibin D. Ehmed li ser vê mijarê ji mere got “gelek bandorên nerênî hene mîna:
-Kêmbûna kadroyên pizîşkî yên pispor û taybetmend.
– Paşketina asta guhdana tenduristî di nav civakê de bi taybet deverên dûrî bajaran bi sedema rewşa nearam ji ber cengê.
– Peydabûna gelek cûreyên nexweşiyan ji ber nebûna hişyariyê û bi taybet ya tenduristî.
– Jidestdana jiyanê ji ber kêmbûna pisporan li nexweşxaneyan dema qezayan.
– Buhabûna nirxê dermankirin û çareseriya nexweşiyan dema neçarbûna xelkê û derketina derveyî welêt ji bo dermankirinê.
– Zêdebûna şaşiyan di odeyên nişterkeriyê de ji ber nebûna nûjdarên pispor.
– Keysbaziya diravî ji hêla hin bijîşkan ve”
Jêder: Hevbendî / Mîdiya Salih