(Hevbendî – Hewlêr – Hîwa can ) Ev bû sal û nîvek çend xortên penaber yên sûrî dixwazin dibistanekê li navçeya Kesnezan vekin, ji ber jimara penaberan di wê navçeyêde gihaye 930 malbatî ev li gorî serhejmara asayîşa kesnezan. Piştî sal û nîvekê ji gengeşe û danûstandinê bi rêxistina Yûnîsêf û wezareta perwerdeyê re, ew xortên doza dibistanê dikirin bêhêvî mane ji vekirina dibistana Kesnezan tevî kû dibistan amade bûye ji xwendina zarokan re.
Ramana dibistanê çawa hat?
Di meha nîsanê sala 2013an çend xortan xuleyek bi zimanê ingilîzî dest pê kirin , ji bo fêrkirina çend zarokan bi zimanê ingilîzî. Lê di du rojên destpêkê de jimara zarokan zêde bû û ji wir ramana vekirina dibistanekê hat holê ji rex wan xortana û yek ji wan mamoste Şahîn e, cîgirê birêveberê dibistana Kesnezan , piştî liv û tevgera wan xortandi nav bera birêveberiya perwerde li navçeya Benislawa karîbûn sozekê ji birêveberiya perwerdeyê bistînin û ji wan zarokan re polekê dabîn bikin di dibistana Raber de , wê çaxê jimara xwendevana giha 150 zarokî , lê xewna wan dirêj nekir. Dîse dest bi dozê kirin , wê çaxê xwendevan û mamosteyên wan şandin dibistana Hesen Necar bi merca ku roja înê tenê wan zarokan xwendin bidin , û wê çaxê jimara zarokan gihabû 200 xwendekarî û mamostayan ew zarok tevde xwendin didan bê kû doza buhayê keda xwe bikin.
Biryara dibistanê:
Di meha gulanê de ji sala 2013an , û piştî zêdebûna jimara zarokên xwendinê li navçeya kesnezan, xortên bi pirojeya dibistanê rabûbûn nema qîma xwe anîn kû her du rojan birêveberiya perwerdeyê wan bişîne dibistanekê , û li gorî yaseyên herêmê pesendnameya ji bo avakirina dibistaneke taybet bi zarokên penaberên sûrî li Kesnezan derketiye , û li ser bingeha vê biryarê rêxistina Yûnîsêf dîtin,û Yûnîsêf ê ji alî xwede xwe da ber avakirina dibistanê û di civata perlemantoya kurdistanê de tevî 16 desthilatên cîhanê ku amade bibûn li herêmê bi mebesta piştgiriya perwerde û fêrkirina zarokên penaberan li herêmê , û di wê civatê de biryar hat stendin bi beşdariya wîzareta perwerde ya herêmê di vî pirojeyî de. nexasim ew 16 desthilat her yek ji alî xwe ve şîkek pere dan perlemantoya herêmê kû vê pirojeyê bibin serî , û ji wan 16 desthilatan hikûmeta Belcîkayê xwe da ber çapkirina rêbaza fêrkirinê bi zimanê erebî ya Hevpeymaniya Niştîmanî Ya Sûrî biryara wê dabû. Li gorî li hevkirinê Yûnîsêf xwe da ber avakirina dibistanê û bir serî , û birêveberiya giştî ya herêmê xwe dabû ber pêdiviyên dibistanê ji bilî cil û berg û pêdiviyên xwendinê , kû ji alî xwede rêxistina Parastina Zarokên Kurdistanê xwe dan ber cil û berg û pêdiviyên xwendinê.
Çi çê bû ?
Piştî wilqas li hevkirin û belavkirina, rola di navbera Yûnîsêf û birêveberiya gîştî ya perwerde li herêmê , û piştî kû biryar dan xortên bi vê pirojê rabûne ku dest bi tomarkirina zaroka bikin ji pola yekê heta pola neha , û piştî ku hejimara tomarkiriyan giha 900 zarokî çi çê bû heta birêvebiriya perwerde ya Benislawa biryareke fermî derxe ku nabe zêdey 230 zarokî di vê dibistanê de bixwînin û divê tevde ji navçeya Kesnezan bin û ti kêşe tuneye kû zarokên mûsil û şingalê yên penaber bûne tevlî zarokên penaberên sûrî bibin.
Dawî
Xwediyê ramana vê dibistanê û hevalên xwe li ber gelek xalan disekinin , û biryarên kû hatin stendin ji rêveberiya Benislawa yê ku navçeya kesnezan bi ser wê ve ye ji alî birêveberî ve , û ji alîkî din mamoste Bekir Rêveberê Perwerdeyê Yê Giştî li herêmê zanyariyên wî tunene li ser van biryaran , û li gorî gotina mamoste Şahîn tekez dike kû rêveberê gîştî yê rêxistina Yûnîsêf jî mamoste Ebid elqadir, haya wî jî ji van biryaran tevî tune ye ku soz û li hevkirina Yûnîsêf û 16 desthilatên amade bûn di civata perlemantoya herêmê jibo piştgiriya fêrkirin û perwerdekirinê û erêkirina birêveberiya gîştî ya herêmê li ser vê pirojê. Mamoste Şahîn dibêje : “xala kû em li ser disekinin xuyane ji ber biryar bi her tiştî hatiye stendin , lê jibo çi rêveberiya Benislawa ya perwerde astengiyan ji me re datîne , em sedemê nizanin , û ji alîkî din , ewqas zarokên ku me wan tomar kirine di vê dibistanê de û hêviya wan û xwediyê wan gelek mezin bû ku zarokên wan bixwendin bibin . Em nema zanin ji wan re çi bêjin , û çawa emê karibin 230 xwendekarî cuda bikin ji 900 xwendekarî tevî ku me li hev kiribû ku ji pola yekê heta pola şeşa wê danê sibehê xwendina xwe bikin , û ji pola hefta heta pola neha ji piştî nîvro de xwendina xwe bikin. Tevî kû polên dibistana me 9 polin.
Pirsgirêka dibistana Kesnezan mezine , lê wê çawa çareseriyek jê re bê danîn , û ji alîkî din wê hêviyê ewqas penaberên ku bûye zêdey sal û nîvekê xwe li bende vekirina vê dibistanê girtine , ewjî çreseriyek jê re divê ji ber wê hêviyên gelekan ji wan bên şkestin.