Nivîsgeha Encûmena Aştiya Milî

Li ser tu kesan nayê veşartin nakokiyên Bereyî û Rehkokî û Civakî pir bandora wan jî li yekîtiya çi Miletî be heye. Û di salên dawî de dîdevanî heye ko ev nakokî ji bo berjewendiya Aliyine Derve delîvedîtin dibe. Da ev encamdana sivîl li çend Welatan têk bibin.

Tevnehûna Civaka Sûriyê pircûre ye û ewê tevnehûnê gelek ziyan dîtiye, bi sedema bobelatên ko Rêjîmê û Şevengên xwe kirine, û hiştin ko dergeh vekirî bimînin li ber hemû rengeyan, tolhilanîn, koçberkirin, kuştin, ewê hişt ko Civak tarmarî bibe û li gel gelek Xortan nakokî bicih kir hem jî dibe ko ev nakokiyên tehl pir dirêj bikin.  

Ji ber evê hindê di serdema nuha de pêdivî heye bi avakirina çarçoveyeke Rêkxistinî, ramanî derfetê bi tevgereke Civakî fireh bide li Parêzgehên Sûriyê yên corbicor berî rûxandina Rêjîmê û li pey rûxandinê jî, da ev jihevketina Civakî kêm bibe û şûna wê ya neyênî li ser Civaka Sûrî bi piranî nemîne û ev mebesta me ji Aştiya Milî ye. 

Ew misogerkirina evê mijarê derfetê dide Sûriyan da Dewleta xwe ava bikin û ew wêraniya ko di Gund û Bajarên wan de çê bû çareser bikin bi hevkarî û aştiya civakî ya ko tê xwestin. Misogirkirina pleyeke baş ji Aştiya Milî dîwarekî ji berxwedanê li dij neyarên derve û hundir ava dike, ew neyarên ko nakokiyan delîvedîtin dikin da berjewendiyên xwe pêk bînin. 

Hevbendiya Niştimanî şiyan kir ko Encûmena Sûrî ya Aştiya Milî damezirîne, ew ya ko di bin sîwana wê de Encûmenên Xwecihî yên Aştiya Milî ji Parêzgehên corbicor kom dibin, xuya dibe ko xewn mezin e, parastina Aştiya Milî di Dewletekê de ko Rêjîmê pir xerab kiriye pir dijwar e.

Lê hevkariya şiyanan û karê hevbeş yê dilêr û rêkxistinî yê ko li ser parastina berjewendiya giştî dê gelek tiştan misoger bike, li hember jî rasthatin ji probleman re çareserkirinê bi paş dixe.  

Destpêşxeriya Encûmena Aştiya Milî vexwendineke vekirî ye  ji bo hemû Sûriyên ko Welat û miletê wan ji wan re giring in, da dest bi dest li gel birayên xwe di Encûmena Aştiya Milî de tiştê ko karibin bikin ji bo avakirina Sûriyeke Nû azad û bi hêz. 

Amancên Encûmena Aştiya Milî:

Encûmena Aştiya Milî ew yek ji Dezgehên Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê ye,

ya ko Endamên wê ji hêla Desteya Giştî ya Hevbendiyê hatine hilbijartin û çalakiyên wê tenê di karê ko şiyan dikin ji bo Aştiya Milî li Sûriyê misogir bikin bi van amancan:   

1. Kar dikin ji bo misogirkirina Aştiya Milî li Sûriyê.

2. Birêvebiriya karên Encûmenê, û Encûmenên Aştiya Milî û pêşdebirina wan. 

Erk û barê Encûmena Aştiya Milî Sûrî:

- Nigarkirina Siyaseta giştî ya ko dabîn dike geşepêdan û pêşdebirina karê Encûmena Aştiya Milî û misogirkirina daxwazên wê û çavdêriya çalakiyên wê û nirxandina wan. 

- Hevgihandin bi Dest e û Kesayetiyên xwecihî û niştimanî û navnetewî ji bo misogirkirina amancan. 

- Girêdana cihkar û rêxwendin û komcivînan û rêkxistina kongiran di warê Aştiya Milî de. 

- Palpêdana Planên cîbicîkirinê ji bo Encûmena Aştiya Milî û biryardana raporta çavdêran ji bo tirazûya darayiya giştî û hejmartina dawî ya Encûmena Aştiya Milî. 

- Danîna bingehên gerek ji hevrêziya bi Berên Fermî re û yên ne Fermî û herweha bi Dezgeh û Komeleyên civakî yên corbicor re ji bo misogirkirina evê sîstemê. 

- Biryardana lîsteyên darayî û yên fermanberî yên ji bo birêvebirina karûbarê Encûmena Bilind û Eencûmenên Aştiya Milî gerek in. û palpêdana wan bi hevrêzî digel Emîndariya giştî ya Hevbendiyê. 

Kevaliya Fermanberiya Encûmena Aştiya Milî: 

Encûmena Sûrî ji van pêk tê: 

- Serokê Encûmenê.

- Cîgirê Serokê Encûmenê.

- Razgirê Encûmenê.

- Endamên Encûmena Sûrî hejmara wan nozdeh Endam in, giringiya nûnerîtiya hemû Parêzgehan, û ji bo Dîmeşq û Helebê heryekê du Nûner (yek ji bo bajar û yek ji bo gundên wan) tev li sê endam ji Wezareta Hundir û Dad û Darayî, dibe jî hejmara Endaman bilind bibe heta Sî Endaman. 

- Alava Fermanberiya Encûmena Sûrî ji hejmarek karmendên Fermanberî pêk tê, Serokê Encûmenê ewan dibijêre bi şêwira Cîgirê xwe û Razgir. 

- Endamên Encûmena Sûrî û ji nav wan Serok û Cîgirê Serok û Razgir ji bo şeş heyvan têne hilbijartin û dibe carekê ji wan re nuh bikin, û eger yekî cihê xwe hişt, yekî din bi hilbijartinê dikeve şûna wî, ewê ko biser dikeve yê ko piraniya dengên Endamên Encûmena Sûrî dibe. 

- Serokê Encûmena Sûriyê dikare yê ko bixwaze ji sûdemendiya Encûmenê re ji bo li civatên Encûmenê amade bibe vexwîne, ji Rawêjkar û Pispor û Kesayetiyên ko dibîne hewcedariya wan heye, bê ko dengdan ji mafê wan be. 

Encûmenên Aştiya Milî: 

- Her Nûnerên Prêzgehekê Serokekî ji Encûmenê re û Cîgirê Serok û Razgir hildibijêrin, ji bo ew bi damezirandina Encûmena Aştiya Milî ya Parêzgeha xwe rabin, divê hejmara Endaman li gora Hejmara Niştecihên Parêzgehê bin, her dusedhezar hevwelatî nûnerek ji wan re hebe, pêdiviya ko hejmara Endaman di nevbera heft û panizdehan de bin, û her Encûmenek alavê Fermanberiya xwe hebe bi Serok ve girêdayî be. 

- Ji her Encûmenê re Nivîsgehek hebe, guhdanê bike bi ew kesên ko bexşandinê dikin yên pispor, ji bo alîkariyê di misogirkirina amancên hêja bikin.  

 

 

 

Home Sazî Yekîniya Encûmena Milî Ji bo Aştiyê