Daxwiyaniyeke rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî kiryarên dijminkarî yên ku dagîrkeriya Israîlî pê radibe, di riya bombebarana hovane dijî bira û xelkê me yên sivîl li devera Gezeyê ya Filistînê şermezar dike, û daxwaza kar bo rawestandina rasterast ya vê dijminkariyê ji civaka navdewletî dike.
Gelê Sûriyê bi tevayî li kêleka birayên xwe yên Felestînî yên bêçek radiweste, ji ber ku derdeseriyên gelan ên ji destê hêzên zordar û sitem û dagîrkeriyê yek in, û divê xweragirî û têkoşîn ji bo gihiştina armancên bilind yên serkeftin, azadî û serxwebûnê berdewam bin.
Tawanên dubare ji hêla dagirkeriya Îsraîlî ve, vîna rizgarî û serxwebûnê li bal gelê Filistînê yê ku bi dehên salan bi dagirkeriyê re rû bi rû dibe naşikê, Hevbendiya Niştimanî sersaxiya malbatên şehîdan dike, û ji Xwedayê mezin daxwaza parastina Filistînê û gelê wê dike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
07 tebax 2022