Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî bi Serokatiya D. Nesir Elherîrî, civîneke taybet li dar xist, tê de hejmarek ji Hevrêzkarên Ofîs û Komîtan û Endamin ji Desteya Giştî amade bûn, ji bo gengeşekirina raman û pêşniyarên derberê rewşa şoreşa Sûriyê û nerîna Hevbendiya Niştimanî di qonaxên bên de.
Û amdebûyan karê Hevbendiya Niştimanî û karê rêvebirî û ofîs û komîteyên ava bûne û karê saziyên cîbicîkirinê yên girêdayî wê li deverên rizgarkirî berçav kirin, û bal kişandin ser pêwîstiya şopandina kar û nirxandina karên wan, û li ser girîngiya xurtkirina hebûna Hevbendiya Niştimanî li deverên rizgarkirî û zêdekirina xizmetguzariyên ku ji xelkê re tên pêşkêşkirin axifîn.
Desteya Siyasî behsa rêçên pêşxistina têkliyan bi Netewên Yekbûyî û Rêxistinên cûrbecûr re ji alîkî ve û dewletê erebî û herêmî û navdewletî ji aliyekî din ve kirin, her weha behsa pêwîstiya kar li ser xurtkirina rewaya hevbendiyê li ser asta gel û navdewletî kirin.
Û Endamên Desteya Siyasî xalên bi hêz û xalên lewaz di karê Hevbendiya Niştimanî de berçav kirin, û diyar kirin ku Hevbendiya Niştimanî berpisyariya rewayî û yasayî li pêşiya gelê Sûrî hildiger, nemaze di warê pabendiya bi pirensîpên şoreşê û berdewamiya wê ta rizgarbûna ji rêjîma tewankar û xelasbûna ji hemû mîlîşiya û dagîrkerên ku wê anîne Sûriyê.
Û Serokê Hevbendiyê tekez kir ku şerê şoreşa Sûrî bi rêjîmê re bi cîbicîkirina biryara 2254 bidawî nabe, ji ber ku cîbicêkirina wê destpêk e, ji ber şerekî demdirêj heye, daku rêxistina gendelî û sitemkariyê a ku rêjîmê ji 50 salî de di movikên dewletê de çandiye rabe, û avakirina saziyên niştimanî yên ku dê me bighînin Sûriya nû a ku di xwena tavaya gelê wê de ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî