Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilbasit Ebdulletîf, tekez kir ku tawanên ku ji aliyê milîsên terorîst yên PYDe ve tên kirin, hewcedarî karekî bilez û yekser ji civaka navdewletî ye, ji bo ku van tawanên dermafê sivîlan li herêmê pêk tên rawestîne, û bal kişand ser ku rawestandina van tawanan di destê dewletên ku piştgirîya van milîsan dikin de ye.
Û Ebdilletîf tekez kir ku tawanên koçberkirin, girtin û revandinê bûne weke tiştekî rojane, û dît ku ev yek jî ewlehî û aramiya deverê û aştiya civakî dike bin gefê de.
Û Saziya Asorî ya Mafên Mirovan diyar kiribû ku milîsên PYDe roja Duşema bûrî keçkeke 19 salî ji pêkahteya xirîstîyan ya bi navê Semîra Gabi Habsono revand û girt, û bal kişand ser ku ew keç di zindaneke taybet bi jina de li bajarê Hesekê girtî ye, û ew di girtîgehê de di rewşeke derûnî ya dijwar di dijî.
Û Saziya Mafnasî bal kişand ser ku ev bûyera duyem e ku milîsên PYDe yên terorîst di heyvekê de pêk anîne, piştî revandina Reşa Fehmî Şem’ûn li bajarê Malikiyê li gundewarê Hesekê di 3ê tîrmeha bûrî de.
Û Saziya Mafnasî diyar kir ku milîsên PYDe yên terorîst nişteciyên gundê Ceblet Elhemra yê bajarê Babê li gundewarê Helebê koçber kirin, piştî helmeteke serdegirtin û binçavkirinê ku têde zêdetirî 30 kesî armanc kiribû, di nav wan de kalek bi navê Abdulbasit Elmuxtar hebû, ew li şûna kurên wî yên li wan digeriyan girtin.
Û Rêxistinên Mafên Mirovan operesyonên koçberkirina bi darê zorê ya nişteciyên ji hejmarek ji gundên deverê ji aliyê milîsên PYDe yên terorîst ve belge kirin, gundê Elhusêniyê û bajarokê Tel Hemîs di nav wan de bûn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî