Serokê Hevbendiya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê Enes El-Ebde, got ku tişta li bajarê Helebê rû dide “Tawaneke cengê û qirkirin û koçkirineka bi zorê ye”, û berpirsyaretiya yasayî, siyasî, exlaqî û mirovî xiste stûyê Rûsya de, û tştê dibin tev ji encama kiryarên wê yên dawî der heqê gelê Sûriyê ne.
El-Ebde, îro di lêdwaneke taybet de, tişta ku li ser zarê Wezîrê Bergiriya Rûsya “Sergey Şojgoe” hatiye, derbarê duristkirina korîdorên mirovî ji bo derkirina sivîlan ji Helebê şermezar kir, û dibîne ku ev yek li dijî pabendiyên Rûsya ye, wek endamekî herdemî di Encumena Asayişê û yasaya navdewletî ya mirovî û biryarên navdewletî de.
El-Ebde hin name ji hejmarek dewletên endam di Grûpa Piştevaniya Sûriyê û Neteweyên Yekbûyî de şandin, da ku tedbîrên pêwîst bistînin ji bo rawestandina komkujiyan li Helebê, û rakirina dorpêçê, herwiha pêwendî ligel dostên gelê Sûriyê pêk anîn, ji bo behskirina pêşhatên meydanî, nexasim tişta ku li Helebê rû dide.
El-Ebde ji hemû fesîleyên şerker li Heleb û Gundewarê wê xwest ku bibin yek û di riwê êrîşa ku Rûsya serkêşiya wê dike rawestin, û daxwaz ji gelê Sûriyê kir ku xwepêşandanan li hemû paytextan lidar bixin, ji bo şermezarkirina tişta ku hêzên Rûsya Li Helebê pêk tînin.
El-Ebde berpirsyaretiya saxlemiya sivîlan li Heleba dorpêçkirî xiste histê Neteweyên Yekbûyî û Civaka Navdewletî, û daxwaza cîbicîkirina bendên biryara 2254 ya girêdayî bi rakirina dorpêçê û gihandina alîkariyên mirovî û rawestandina topbaranê kir.
Ji aliyê xwe ve, Rêkxistina Lêborandina Navdewletî hejmarek rapor derxistibûn, têde tekez dike ku destê Rûsya di tawanên cengê de li Sûriyê heye, herwiha tekez jî dike ku Rûsya çekên qedexekirî mîna bombeyên Fisforî û Enqûdî bikar anîne, û berya niha rêkxistinê di raporeke xwe de, rêjîma Esed û Rûsya bi topbarankirina bi mebest ji naxweşxaneyan re tawanbar kir, û da zanîn ku ew topbaranê wek steratejiyeke cengê ji xwe re bikar tîne.
Jêder: Hevbendî