Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, tekez kir ku komelkujiya kîmawî yaku rijêma Esed di 21 tabaxa 2013an de li Gotaya Şamê pêk anî û ew der kir dojehek ji gelê Sûriyê re, Encumena Ewlekariyê ya Navdewletî ew tawan piştî 26 rojan şermezar kir, û biryara kişandina çekên kîmawî ji rijêma Esed di riya biryara 2118an de derxist, bêyî ku çi sizayan li ser rijêmê bisepîne, li ser Tawana ku pêk aniye an yaku dibe di demeke jipêre pêk bîne.
Û Elmislit di gotarekê de li ser malpera”Syria TV” got ku Sûriyan piştî komkujiya kîmawî xwe spartibûn soza Serokê Amerîka Obama, lê wî tenê girêbesteke lihevkirinê bi Rûsyayê re ji bo standina çekên kîmawî ji rêjîma Esed pêk anî, û rijêmê ev yek wek destûrekê dît da gelê Sûriyê bi çi bermîl û mûşekên ku bixwaze bikuje, lê ne bi çakên kîmawî! û tevî wê yekê jî rijêma Esed pabendî bi peymanê nekir, û piştre êrîşin kîmyawî yên din jî pêk anîn.
Û Elmislit bal kişand ser ku nebûna rêgireke kartêker û danûstandina lawaz li gel dosyeke awarte weke dosya kîmawî, hişt ku rijêma Esed Tawana xwe bi dilaramî dubare bike, ji ber ku rijêmê piştî wê komelkujiyê çekên kîmawî 184 caran ta sala 2022yan bikar ranîn, tevî ku wê demê li ser rêkeftina qedexekirina çekên kîmawî îmze kiribû, ew jî bû sedem ku hîn bêhtir qurbanî li gorî jêderên mafnasî li deverên curbercur bikevin.
Û Elmislit bal kişand ser ku ji civaka navdewletî tê xwestin ku dest ji berepêkên kuştinê yên ku tirajîdiyê kûrtir dikin berde, û berpisyariyên xwe yên sizakirina rijêma Esed li ser tawanên curbecur wek dadmendiyê hember pakrewanên Sûriyê û gelê Sûrî yê ku di tirajêîdiyeke awerte de bi sedema vê rijêmê dijî hilgire, û bal kişand ser ku liva kartêker di hundir xiştekareke demî de dê cîbicîkirina biryara Encumena Ewlekariyê 2254 misoger bike, her weha pêkanîna veguhastina siyasî li Sûriyê pêwîstiya herî pêşîn e.
Û Elmislit di dawiya gotara xwe de got ku dolabê salan di ser komelkujiyên dîrokî re dizîvire, di dema ku yên ew komelkujî pêkanîne (Beşar û alîgirên wî) di desthilata Sûriyê de li ser kursiya ku ji qafên sûriyan pêk tê dimîne, ne ji ber ku ew qurbanî sûcdar bûn , lê tenê ji ber ku wan daxwaza azadî û rûmetê kiribûn, û derketibûn kolanan û dengê xwe bi gotina “Gel Rûxandina Rijêmê Dixwaze” bilind kiribûn, û Elmislit cext kir ku ev salên dirêj li gel tawan û kuştin û girtin û îşkence û koçkirinê, daxwazên Sûriyên azadîxwaz neguhertin, û piştî bêhtir ji yannzde salan gotina “Gel Rûxandina Rijêmê Dixwaze” dubare dikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî