Ofîsa pêwendiyên derve ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, îro sêşembê, civînek lidar xist, bi armanca amadekirina hin çalakîyan ji bo bala civaka navdewletî bikşîne ser tewanên ku rûsiya û rêjîma Esed li sûriyê û nemeze li Idibê û gundewarê helebê pêktînin.
Û hevrêzkarên ofîs û komîteyên Hevbendiya Niştimanî di civînê de amade bûn, û li ser rewşa gundewarê rojavayê Helebê û tewanên ku Rûsiya yekser li pêşiya çavê cîhanê dike axifîn, û beşdaran tekez kirin ku civaka navdewletî barê tiştê bi serê sivîlan tê hildigre, ji ber bêdengiya wê ya dirêj li ser wan tewanên ku ji 9 salan de berdewam in.
Û amedbûyan hemû belgeyên çespandina beşdariya Rûsiya û rêjîma Esed di tewanên cengê de gengeşe kirin, wek armanckirina sivîlan û avahiyên giştî û xanîyên welatiyan û dibistan û avahiyên bijîşkî, û bi ser de armanckirina karwanên hawarçûnê û otombîl û kadroyên di warê mirovahî de dixebitin.
Herweha behsa doseya girtî û bêserûşûnên bi kotekî kirin, û hemûyan piştrast kir ku ev doseya yek ji doseyên herî girîng e, ku divê civaka navdewletî bi rengekî cidî pê mijûl bibe û mîkanîzmeyekê deyne da hemû girtî bêtin serbestberdan û çarenûsa bêserûşûnên bi kotekî diyar bibe.
Û hevrêzkarê ofîsa pêwendiyên derve, Abdul-Ahad Estifo, civînek din bi şêwirmendê siyasî yê wezareta karên derve ya Fransayê ya taybet bi pirsgirêka Sûriyê, Fabrice Desbloshan re lidar xist, û pêre rewşa xeternak a li gundewarê Heleb û Idlibê gotûbêj kir.
Û Stefo tekez kir ku civaka navdewletî bi erkên xwe yên qanûnî û exlaqî li hember sivîlan ranebûye, ne jî pabendî bi cîbicîkirina biryarên navdewletî yên têkildar bi pirsgirêka Sûriyê kirîye, di serî de daxwiyaniya Cinêvê û biryara 2245 ya ku agirbestek berfireh û herweha tevlîbûna pêvajoyeke siyasî tê de heye, da ku bigihîje veguheztina demokratîk li welêt.
Û eşkere kir ku hemî deverên ku ketine bin kontirola rêjîma Beşar Elesed di rewşeke xirab de dijîn, û bi carekê aram nebûne ji ber tawanên rejîmê, çimkê hêzên ewlehî û dezgehên îstîxbaratî berdewam in di kuştinê û operasyonên girtinê de dijî sivîlan.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî