Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûrî, di daxwiyanyeke xwe de duh êvarî tiştê ku bi serê penaberên Sûrî li ser sînorê Yonanistanê tê şermezar kir, û nerazîbûna xwe hember bikaranîna zêdehêzê ji hêla deselata yonanistanê ve dermafê penaberan li ser sînor anî ziman.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku li şûna tirs û sawa ku dewletên Yekîtiya Ewropa ketinê de, baştir bû ger guh dabana hişyariyên ku me li dû hev birêkirne, û di riya wan hişyariyan re me tekezî li ser rûdana pêlên derbideriyên nû kiribû, ger dijminkariya dagîrkerê Rûsî û rêjîmê û milîsên Iranî li ser sivîlên Idlibê berdewam bike.
Û Hevbendiya Niştimanî diyar kir ku ji Yekîtiya Ewropa û hemî welatên cîhanê tê xwestin ku piştgiriyê bidin operasyona Mertala Biharê, û biryarên navdewletî li ser rêjîma Esed ferz bikin, daku rawestandina kuştin û koçberkirinê misoger bibe, û bi zorê berve çareseriya siyasî here, û divê ew tenê bi daxwiyaniyên şermezarîyê derbas neke.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku helwest û gavin cidî û çalak derbarê tewanên ku bi serê sivîlên Sûriyê dibin ji Yekîtiya Ewropa tên xwestin, û Ji wan tê xwestin ku yekser kar bikin ji bo parastina penaberan dabîn bikin, û rûmeta wan biparêzin, û kar bikin ji bo misogerkirina dabînkirina rewşeke guncaw ji bo vegera welêt ji ber xwe ve.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî