Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûrî diyar kir ku ji duh êvarê ve, hejmarek pêwendî bi rayedarên fermî yên Tirkiyê re derbarê daxwiyaniyên Wezîrê Derve yê Tirkiyê pêk anîne, û têde piştgiriya xwe ji daxwazên rewa yên gelê Sûriyê û cîbicîkirina biryara 2254 re tekez kirin.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe ya îro înê de, tekez kir ku ew pabend e bi çareseriya siyasî, rizgarkirina welêt ji rêjîma tawankar û sizakirina wê û pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê, û tekazî li ser pirensîpên şoreşê û berdewamiya xebatê ta rûxandina rêjîma Esed kir, û ji civaka navdewletî daxwaza dadmendiyê ji Sûriyan re û pêşdebirina prosesa çareseriya siyasî kir, bi armanca dabînkirina veguheztina siyasî ya berfireh, û bidawîkirina trajediya mirovî û siyasî ya dirêj.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî cext kir ku gelê Sûriyê riya şoreşê hilbijart û armancên xwe berî yanzdeh salan diyar kirin, û bi sedhezaran şehîd û bi milyonan birîndar, girtî û koçber bo azadî, rûmet û dadmendiyê dûrî rejîma Esed ya tawankar pêşkêş kirin.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku rejîma Esed rejîmeke qirkirinê ye, bi hezaran tawanên cengê dijî gelê Sûriyê yê bêçek pêkanîne, û çala taxa Eltedamun hîn jî di hişê hemû cîhanê de ye, her wiha wêneyên zêdetir ji 10 hezar şehîdên di bin îşkenceyê de canê xwe jidest dane, yên ku ji aliyê “Qeyser” ve hatin eşkerekirin, û ya jê dijwartir xeniqandina zarokan bi çekên kîmawî yên Esed e, ji bilî bi hezaran tawanên li curbecur parêzgehên Sûriyê.
Û Hevbendiya Niştimanî cextî li ser pêwîstiya karekî cidî ji hemû dewletên cîhana azad kir, ji bo avakirina hevbendiyeke navdewletî ji bo sizakirina rêjîma Esed ya kîmawî, rêjîma ku milyonek şehîd kuştiye û bêhtir ji nîvê xelkê Sûriyê koçber kiriye, û Hevbendiya Niştimanî li gel hemû hêzên niştimanî yên Sûrî bizavê ji bo vê armancê dike.
Û daxwiyaniyê bal kişand ser ku xwepêşandanên gelê Sûriyê yê azad duh li bakur, nîşan in ku şoreş hîn di dilê azadîxwazan de vêketî ye, lê divê tekezî li ser redkirina binpêkirinên çêbûne û şewitandina ala welatekî bira yê ku xwîna lawên wî bi xwîna me re bo rizgarkirina xakê û şerê dijî milîsên teroristî tevlî hev bûye, û mêvandariya derdora çar milyon Sûrî li ser xaka xwe kiriye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî