Roja Çarşemê, cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûrî, Dîma Mûsa, zincîrek civat û hevdîtin li gel berpiris û nûnerên dweletên endam di Encumana Ewlkariya Navdewletî de re kirin, û di wan civatan de tekzî li ser rewşa parêzgeha Idlibê û rojavayê Sûriyê hate kirin, û bi taybetî rewşa mirovî û êrîşên ku artêşa Rûsî û ya rêjîma Sûrî li dijî sivîlan pêktînin.
Mûsa li ser derbiderbûna ji ber şer li wan deveran tekez kir, û rewşa mirovî bi şêweyekî berfireh şirove kir, û anî ziman ku alîkariyên mirovî yên ji derbideran re tên pêşkşkirin kêm in, û ne li gor wê karîsta ku dever rastî wê tê.
Cîgira serokê Hevbendiyê daxwaz kir ku hewildanên rasteqîne bêne encamdan da vê kirîza mirovî çareser bikin, û alîkarî bên pêşkêşkirin.
Di heman hevdîtinan de, Mûsa doza seknandina êrîşên li ser parêzgeha Idlibê û deverên din kir, da ku rewşa mirovî bêtir têkneçe, û biryarên Navdewletî werin bicîkirin, da sînor ji kêferata Sûriyê re bê danîn.
Cîgira serokê Hevbendiyê, Dîma Mûsa, bal kişand ser ku çi çareserî û danûstendinên siyasî wê li Sûriyê cî negirin, dema welatiyên Sûrî li ser zemînê rastî şer û dijminkarî û binpêkirinan tên.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî