Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Zuhêr Îbarhîm Mihemed, ji Pirograma Xwarinê ya Cîhanî daxwaza lêvegerekê bo biryara kêmkirina keresteyên sepeta xwarinê ya hawarçûnê a ku ji bo koçber û derbideran li bakurê Sûriyê pêşkêş dibe kir, û dît ku ew biryareke ne ketwarî ye, û vajî pêdviyên mirovahî û rewşa tirajîdî ya ku Sûrî têde dijîn tê.
Û Mihemed di daxwiyaniyin taybet de îro şemiyê bal kişand ser ku ji Netewên Yekbûyî û saziyên mirovahî tê xwestin ku kedeke mezin bo zêdekirina qebareya alîkariyan bikin, daku li gorî ketwarê tal yê ku xelkê me li bakurê Sûriyê têde dijî be, û tekez kir ku encamên vê biryarê dibe ku vajî bin û bobelateke mirovahî be.
Tê zanîn ku Pirograma Xwarinê ya Cîhanî biryarek derbarê kêmkirina keresteyên di sepeta xwarinê ya hawarçûnê de yaku bo derbideran tête pêşkêşkirin derxist, di riya nameya ku Rêvebir û Hevrêzkarê Awarte li Bakur û Rojavayê Sûriyê Yanet Suvanto ji saziyên hevpar li ser xakê re şandiye, ew jî kêmkirina çaremîn a bi vî rengî ye ji du salan de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî