Bi sedan ji nişteciyên kampa Elrukban ya li ser sînorê Sûriya û Urdinê, xwepêşandanek li dar xistin, dijî rewşa dijwar a bi sedema dorpêçkirina rijêmê û piştgirên wê ya ji sala 2018an de berdewam e, û têde bang li saziyên navdewletî yên pêwendîdar kirin, da guh bidin êşên wan, û daxwaza rizgarbûna ji fişarên rejîmê û dabîbkirina mafê jiyaneke birûmet kirin.
Û Xwepêşanderan pankart bilind kirin li ser hinan ji wan “Me ji zindana mezin derxînin… ew dojeh e”, “Em daxwaza riyekê ji bo çûna Bakurê Sûriyê dikin” nivîsandibûn.
Ji aliyê xwe ve Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, di karê li gel Netewên Yekgirtî û hejmarek dewletên dîtir ji bo çareserkirina pirsgirêka kampa Elrukban û dabînkirina derfetên jiyana rûmetdar ji nişteciyên kampê re, û bidawîkirina dorpêça zordarî ya ku li ser wan hatiye ferzkirin berdewam e.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, nameyek ji Emîndarê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonîo Guterres re şand, û têde daxwaza destwerdaneke bilez kir, ji bo rizgarkirina jiyana malbatên Sûrî yên li kampa Elrukban, û xebitîna bi awayekî kartêker ji bo dabînkirina jiyaneke rûmetdar ji wan re.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de daxwaza helwesteke navdewletî bo rawestandina dorpêçkirina malbatên di kampa Elrukban de ji hêla rijêma Esed ve kir, daku giyana bihezaran sivîlên ku vê rijêmê di demeke berê de ew koçber kirine biparêze, û ji Netewên Yekbûyî daxwaza hilgirtina berpisyariyê û karê bi awayekî çalak kir, daku jiyana rûmetdar bo bi bidehên hezaran ji malbatên di kampê de re dabîn bike.
Hêjayî gotinê ye ku nişteciyên kampa Elrukban di warê dabînkirina ava vexwarinê de û rawestandina hatina alîkariyê ji Urdinê ji sala 2019an û vir de, û girtina xala pizîşkî ya UNICEFê, rastî derdeseriyeke giran tên, di nava bêdengiya civaka navdewletî û Rêxistinên Piştgiriya Mirovî hember karesata mirovî ya li Kampa Elrukban.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî