Şanda Desteya Danûstandinê ya Sûrî bi Serokatiya Bedir Camû, li gel Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres, proseya siyasî û mîkanîzmayên cîbicîkirina daxwiyaniya Cinêvê û biryara 2254 gotûbêj kirin.
Û Serokê Desteyê di civîna ku li baregeha Netewên Yekbûyî li New Yorkê li dar ketiye de, tekezî li ser pêwîstiya dîtina çareseriyeke dadane ji gelê Sûriyê re, cîbicîkirina tam ya biryara 2254, û bidawîkirina berepêkana rijêmê di çareseriya siyasî de kir.
Û Şanda Desteyê cextî li ser pêwîstiya bidawîkirina dosya girtî û binçavkiriyên kotekî di zîndanên rijêmê de û piştgiriya bizavên yasayî û mirovî bo azadkirina wan kir.
Û Şandeyê li gel Emîndarê Giştî û Şanderê Taybet bo Sûriyê Geir Pedersen li ser metirsiya piçûkkirina proseya siyasî tenê di warê Komîteya Destûrî de û paşguhkirina riyên din gotûbêj kir, û daxwaza vekirina rêyên mayî bi taybet qonaxa veguhêz kir, û Desteyê helwesta xwe ya li ser lidarketina Komîteya Destûrî nû kir, û dît ku cihê wê yê xwezayî li Cinêvê ye.
Û Şandeyê daxwaza zêdekirina piştevaniya penaberan kir, û ku vegera wan bi dilxwazî be, û di çarçoveya çareseriyeke siyasî de be, da ku jîngeheke ewle û bêalî garantî bike, û tekezî li ser giringiya dabeşkirina dadwerî ji alîkariyan re kir, û rê nedin rijêmê ku alîkariyên mirovî ji bo armancên siyasî bikar bîne, ya ku bi rêya wan bêhtir keysê ji gelê Sûriyê tînin ji bo ku hîn bêhtir dest ji mafên xwe berdin.
Û Şandeyê dengê gelê Sûriyê û peyamên wan ji curbicur bajarên Sûriyê, û giringiya ku Netewên Yekbûyî tevgera Sûrî li Siwêda li ber çavan bigre, bo Emîndarê Giştî veguhest.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî