Serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Riyad Sêf û şandek ji desteya siyasî serdana Encûmena Îslamî ya Sûrî kirin û ligel serokê encûmenê Şêx Ûsama Elrifa’î û endamên sikirtariyê kom bûn.
Herdu aliyan tekezî li ser giringiya hevkarî û hemahengiyê di navbera sercem dezgehên şoreşa Sûrî de kirin ji bo geşepêdana rewşa şoreşê û sivikirina êş û azarên gelê Sûriyê ya rastî zilim û derdeseriyê dibe li ser destê rijêma Esed û hevalbendên wê.
Sêf got ku pêdiviya me bi bizav û piştgiriya we heye, da em kar ligel sercem dezgehên şoreşgerî yên kartêker bikin da bibin rêzek ji bo geşepêdana giştgîr”, û got ku “niha bi miliyonan welatiyên Sûrî hene ku li benda dezgehên şoreşê ne, ji bo dabînkirina pêdawîstiyên jiyanê yên rojane ji wan re, ew pêdawîstiyên nemane, bi sedema tawanên şer yên rojane yên rijêma Esed bi kuştin û dorpêçkirin û koçberkirin û girtinê pêk tîne”.
Herwiha Sêf tekezî li ser piştgiriya cemwawerî kir û bal kişand ku pêwîstiya vê yekê bi hebûna ” serkirdayetiyek bîrewer û şaraza ” heye, û herwiha pêşbînî kir ku divê endamên kartêker tevlî Hevbendiya Niştimanî bibin, ji bo cêbicêkirina stratîjiyekê ji bo çaksazîkirina Hevbendiyê û vejînkirina rola wê.
Herwiha tekezî li ser giringiya karê pirojeyê niştimanî û çaksazî kir û got ku “em hêviya hevkariyê ji birayên encûmena îslamî di vî warî de dikin “.
Ji aliyê xwe ve, Şêx Elrifa’î pîrozbahiya desteya nû kir û hêviya serkefinê jê re kir, û tekezî li ser giringiya Hevbendiya Niştimanî kir, û dît ku ev yek ” dibe stûna siyasî ya şoreşa Sûriyê”.
Û cext li ser giringiya têkiliyên ligel sercem dezgehên Hevbendiya Niştimanî kir û bal kişand ser ku “pêwîstiya me bi pirên pêwendiyê heye ji bo bibin mîkanîzimên hemahengiyê ji bo temamkirina hev, û em xwe ji parçebûnê dûr bikin”, û hêvî kir ku ev civîn bibe destpêk bo pêgehandin û hemahengiyê di navbera herdu aliyan de, da bikeve di xizmeta berjewendiya xelkê Sûrî de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî