Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit û Şandê pêre bi hejmarek ji çalakiyên sivîl û leşkerî û rûsipiyên bajarê Babê li gundewarê Helebê re civiyan.
Û di hevdîtina ku Endamê Desteya Siyasî Mihemed Yasîn, Hevrêzkarê Nivîsgeha Hevbendiyê li deverên rizgarkirî Necîbe Rehmûn û Endamê Hevbendiyê Heysem Elşehabî beşdarî kirine de, Elmislit got ku Hevbendî saziya Sûriyan e, û em niha kar dikin ji bo ku sazî nûnertiya hemû beşên gelê Sûriyê bike, û ew hêza xwe ji gel werdigre, û kar ji bo bicihanîna daxwazên şoreşê di azadî û rûmetê de dike.
Û Elmislit got ku Hevbendiya Niştimanî behsa derdê hemû Sûriyan dike, û derdên wê heman xem û azarên Sûriyan e, û ew li ser piransîpên şoreşa Sûriyê berdewam e.
Û di axaftina xwe de bal kişand ser ku hejmara endamên Hevbendiyê yên li bakurê rizgarkirî gihişte 17 endaman û hemû li wir dijîn, û xizmeta gel û herêmê dikin.
Û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî bi hevkariya Hikûmeta Sûrî ya Demkî kar li ser baştirkirina ketwarê bajarê Babê mîna deverên din yên rizgarkirî dike, bi taybet dosyeya avê li bajêr, ji ber ku ew hemû hewlên xwe dide ji bo çareserkirina vê pirsgirêka ku barê xelkê deverê giran dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî