Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit û Şandê pêre, serdana yekîneyên Artêşa Niştimanî kirin, û bi Rayedariya Feyleqê Sêyemîn re civiyan, wek beşekî ji gera li deverên rizgarkirî ji bo lidarxistina şêwirdariyê û berfirehkirina Hevbendiyê û tevlêkirina endamin nû, û bicihanîna pilana çaksazîkirinê yaku Hevbendî vê dawiyê jê re kar dike tê.
Û di hevdîtinê de Sekretêrê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat û herdû endamên Desteya Siyasî Ebdilbasit Ebdilletîf û Yehya Mektebî û endamên Desteya Giştî Fîras Elmisrî, Feysel Sultan, Necîb Rehmon, Atif Zirêq û Esed Elîto beşdarî kirin.
Û Elmislit di civata li gel Rayedarê Feyleqê Sêyemîn Ebo Ehmed Nor de, diyar kir ku pirosesa çaksazîkirinê ne di vê kêliyê dest pê kiriye, lê ew di çend qonaxan re derbas bibû, di pêşî de komîteyek ji tevaya pêkhatên Hevbendiya Niştimanî ava bû, û encamên karê wê li pêşiya Desteya Siyasî hatin raxistin û gengeşe li ser kirin, û li dawiyê di Civata Desteya Giştî de biryar pê hat dan, û cext kir ku ev yek ji ejendeyên niştimanî ye, ji bo xizmeta şoreşa Sûriyê û nûkirina nûnertiya wê ya siyasî, daku nûnertiya rasteqîn di kar û çêkirina biryarê de bike hat.
Û Elmislit tekez kir ku guhertinên niha tiştekî pêwîst e, piştî bêhtir ji deh salan di ser vêketina şoreşê re û guherîna gelek tiştan li ser zemînê, û pergalin hatin hilanîn çimkî nema li ser xakê hene, tevî ku rola wan di destpêka şoreşê de hebû, û gelek pergalên siyasî û şoreşgerî yên çalak ava bûn, û got ku niha nûkirin bûye wek erkekî li ser milê me, daku nûnertiya siyasî li gorî ketwarê Sûriyê yê nû be, û Hevbendî rewayî û nûnertiya xwe ya rasteqîn ji vê şoreşê û gelê gewre re bi dest xwe ve bîne.
Û bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî bizavê bo lidarxistina şêwirdariyan û tevlêkirina nûnerên sendîka û çalakî û komele û revendên Sûrî li dewletên penaberî û biyaniyê dike, û bal kişand ser ku dê encamên erênî yên vê pingavê li ser xakê û di warê siyasî de hebin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî