Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdulrehman Mustefa û Sekreterê Desteya Siyasî di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de Ebdulmejîd Berekat, beşdarî di yekemîn Kongirê Ciwanên Sûrî de kirin, yê ku li bajarê Gazîentabê yê Tirkiyê bi serpereştiya Yekîneya Piştgiriya aramiyê û Parlamentoya Ciwanên Sûrî li dar ketiye.
Û Kongir di bin navê “Tevlîkirina ciwanan di nava karûbarên siyasî û giştî de” hat lidarxistin, bi armanca piştgiriya pirsgirêkên ciwanan û daxwaza kartêkerkirina rola wan di saziyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl de, bi amadebûna nûnerên rêxistinên civaka sivîl û çalakiyên şoreşgerî û sendîkayan tevî gelek ciwanên Sûrî yên çalak ku ji deverên rizgarkirî hatine û li Tirkiyê dijîn.
Û amadebûyan li ser giringiya xebata siyasî ya ciwanan û zehmetî û kêşeyên rastî karê ciwanan di karûbarên siyasî yê giştî de tên gotûbêj kirin, û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdulrehman Mustefa hêviya xwe anî ziman ku ev konferans bibe destpêkek rasteqîn bo kartêkerkirina rola ciwanan di karûbarên giştî û siyasî de, û cextî li ser rola ciwanan di avakirina paşeroja Sûriyê de kir, weku berê rola wan di gurkirina şoreşa Sûriyê û berdewamiya wê de girîng bû.
Ji aliyê xwe ve, Sekreterê Desteya Siyasî di Hevbendiya Niştimanî de Ebdulmejîd Berekat xweşhaliya xwe bi kongir û encamên wî anî ziman, û tekezî li ser rola girîng ya ciwanên sûrî di xebata siyasî de kir, û bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî hewl dide bi rêya plana xwe ya çaksaziyê kêmasiyan hilîne û astengiyan sivik bike daku bighêjin nûnertî û bandora guncaw di riya tevlêbûna nûnerên ciwanan û sendîke û yekîtiyan di dema dahatî de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî