NY daxwaz kir ku rê bête dan bo gihandina alîkariyan bi şêweyekî aram û berdewam ji xelkê Sûriyê yên dorpêçkirî re, û rêxistineke mirovî ya navdewletî mirina zarokan li Helebê bi “hetîketiyek mirovî” salix da.
Di vê mijarê de, berdevkê Sikirtêrê NY, Istîvan Dogrîk di kongirekî rojnamevanî de duhî roja sêşemê li bargeha NY li Niyoworkê got ku NY bangewaziyek daye bo gihandina alîkariyên mirovî bi awayekî aram û berdewam û bê kosp û astengî bo herkesê pêwîstdar li Sûriyê û nemaze bo xelkên dorpêçkirî yên bi zehmetî alîkarî digehêjin wan.
Ku çend bajar û bajarok ji aliyê rijêma Esed û milîsên mezhebetperest hatine dorpêçkirin, û Rijêm red dike ku alîkariyên NY bigihêjin xelkê dorpêçkirî, tevî ku ev bend di naveroka biryara 2254 û di daxuyaniya Jinêv de heye, û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê vê yekê bi “siyasetek pêrewkirî ya li dijî sivîlan dibîne ji bo neçarkirina wan li ser destjêberdana daxwazên xwe”.
Li aliyek din îro, Soniya Xoş, rêvebera rêxistina “Save the chealderen” got ku berdewamiya tirajidiyên zarokan û mirina wan li Helebê bi xwe ew wek “hetîketiyek mirovî ye”, û dît ku “ligel bilindbûna hejmara zarokên Helebê yên dimirin, dibe ku rewş xirabtir bibe ji ber nebûna rêşûnan bo rawestandina bombebarankirina rojane ya ji aliyê hêzên Rûsiya û Esed dibe.
Û got ku ” zarok dema diçin xwendingehên xwe û karmendên hawarçûnê dema diçin nexweşxaneyan têne gulebarankirin “, ew senterên ku ji aliyê hêzên Esed û firokên Rûsiya bi sercem çek û teqemeniyan tên bombebarankirin.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê + Wekalat