Di çend demjimêrên borî de, bi dehan kesên sivîl şehîd û birîndar bûne, ji ber gurkirina şer ji aliyê rijêmê û rûsiya ve li gundewarê Idlib û Hemayê, û çalakvanan got ku bombebaranê deverên sivîl û navendên jîndariyê armanc kirine, lewra hejmarek mezin derbider bûne.
Herwiha çalakvanan kuştina du mêr û jinekê li bajarê Xanşîxon yê Idlibê diyar kirin, û mêr û jinek jî birîndar bûne, bi sedema êrîşên bi mûşekan û balafirên şer li ser taxên şêniyên bajêr.
Û du zarok û jinek li bajarokê Me’ret al-Nih’man li başûrê Idlibê şehîd ketine, ji encama êrîşeke balafirên şer û bombebarana deverên niştecihan li bajêr.
Du kes şehîd û sê kesên din birîndar bûn, ji ber êrîşên helîkopterên rejîmê bi heşt bermîlên teqîner li ser bajarokê Hîş yê bi ser bajarokê Me’ret al-Nih’man li başûrê Idlibê.
Herwiha xortek û pîrejinek şehîd bûn û heşt kesên sivîl, di nav de du jin li bajarê Kefrunbul birîndar bûn, piştî bombebarana bajêr bi 11 roketan ku du ji wan bombeyên deaktîv bûn û hevdem nexweşxana bajêr jî ji aliyê balafirên şer hat topbarankirin.
Çar kes ji bajarê Me’rt al-Nih’man bi êrişeke esmanî li ser bajêr birîndar bûn, û tevî birîndarbûna mêr û jinekê ji bajarokê Bidama li nêzîkî bajarokê Cisr al-Şixûr ji ber topbarana bajêr bi çar rokêtan.
Û niştecihên taxên bajarokê Kefersicne û otostirada navdewletî ya li nêzîkî bajarokê Hîş, û Me’ret Hurma bi du êrîşan hatin topbarankirin, û Kefroma û Binen bi du êrîşên esmanî, û kefer Zêta û Mouka bi du êrîşên esmanî hatin topbarankirin, û di van êrîşan tikes nehat kuştin û birîndarkirin.
Hevdem ku koalîsyona rejîma Esed û Rûsyayê hêjî berdewam e di topbarana gund û bajarokên parêzgeha Idlibê, bi êrîşên balafiran û topbaran û mûşekan, ku bûne sedema kuştin û birîndarbûna hejmarek ji welatiyên sivîl û kuştiyan, û topbarana Keferlaqî bû sedema koçberbûna bi hezaran, ji deverên topbarankirî ji aliyê koalîsyona rejîmê û Rûsya, tevî ku dever dikeve di bin peymana Idlibê de ya li ser agirbestê hatiye imzekirin.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî