Duhî roja şembiyê nûnerayetiya ENKS’ê li herêma kurdistanê, çilrojiya şehîd Qehrem Îzedîn Iskan, li hola rêxistinên cemawarî li Hewlêrê li dar xist.
Di bîranînê de, gelek peyv hatin pêşkêşkirin ji wan peyva rêzdar Îbrahîm Biro, serokê ENKS’ê, û peyva malbata Şehîd, ku di peyvên xwe de, rêz û siyanet li şehîd û şehîdbûnê hat girtin, ku ew sembola qehremanî û xebatê ne, û bi wan welat tên rizgarkirin.
Hêjayî gotinê ye ku şehîd Qehreman pêşmergeyê hêza leşkerê Roj bû, ya hêza 2 fewcê sêyem, bi egerê teqîna bombeyeka çandî di malekê de li gundê Zehret xatûn li tewrê Xazer li 12/6/2016 an hat şehîdkirin.
Hêjayê gotinê ye ku ew şehîdê hejmar 35 ji koma 36 şehîdên pêşmergeyên Roj, yên heta niha hatine şehîdkirin di şerê li dijî DAÎŞ’a terorîst de.
Jêder: Hevbendî