li Gundewarê Humsê şoreşvanan sê baregehên leşkerî yên hêzên rêjîma Esed kontrol kirin, ku navendek bû ji destpêkirina operasyonên leşkerî re, herwiha şoreşvanan balafireke agahîxwaz xistin xwarê, û destê xwe danîn ser hejmarek tangan, otombîlên leşkerî, û çekên sivik û navend, û bi dehan ji hêzên rêjîma Esed li ser destên wan hatin kuştin û birîndarkirin.
Ev pêşveçûna leşkerî ya şoreşvanan di sibeha îro de bû, di heyama şerê bi navê “Roj roja te ye Helebê”, ku odeya operasyonên Gundewarê Humsê yê Bakur ragihandibû, wek serkeftin û piştevaniyekê ji şer û pevçûnên şoreşvanan re li Helebê, herwiha armanc jê ew e kontrolkirina xalên ku hêzên rêjîm û şebîheyên wê hewlên xwe yên neserkeftî jê destpê dikin, berû gundê El-Zara û rêbenda El-Meheta li rojhilatê gundê Hurbinefsa li Gundewarê Hema yê Başûr.
Jêder: Hevbendî.