Hêzên ewlekariya rêjîma Esed Gebiriyêl Mûşê berpirsê nivîsgeha Siyasî ya rêxistina Aşûrî ya Dîmuqrat îro Çarşemê 22 hezêranê piştî nîvro ji zindana Edra li Şama paytext serbest berda, li gor tekeziya Xandî Se’do endamê wê rêxistinê ji peyamnêrê malpera mere li Qamişlo.
Se’ido ji mere ragihand ku rewşa Mûşê arame û ewê piştî çend rojan bigehêje Qamişlo.
Bi vê helkeftê Hevbendiya Niştimanî, pîrozbahiya endamên Rêxistina Asûrî Ya Demoqrat kir û tekez kir ku girtina rêjîma Esed ji kesên xwedînerîn û gotina azad re, tekeziyek e li ser berdewamiya tawanan dijî Sûriyan, û nîşanek xurt e ku ew derewan dike dema dibêje ku ew bi denûstandinan û çaresariya siyasî ya aştiyane razî ye.
Tê zanîm Gebirîyêl Mûşê serkirdeyê rêxistina Aşûrî ya Dîmuqrat ji 19-12-2013 ve ji hêla hêzên ewlekariya rêjîmê hatibû binçavkirin.
Jêder: Hevbendî