Nivîsîngeha pêwendiyên derve ya ENKSê, li roja 23/1/2017 li Stembolê, hevdîtinek ligel xanim Cêllî rawêjkara siyasî ya balyozê Amerîka li Sûriyê Maykil Rantî pêkanî.
Şanda ENKSê di hevdîtinê de boçûn û nêrîna ENKSê bo Sûriya paşerojê pêşkêş kir, û tekezî li ser dewleteka lîberal û fedral kir, ya di destûra wê de danpêdan bi mafên netewî yên gelê Kurd bête kirin, ligor belgename û peymanên navnetewî.
Û şanda ENKSê daxwaza rastkirina hin bendên lênerîna Londonê ya ji aliyê Desteya Bilind Ya Danustandinan hatî pêşkêşkirin kir, da bi xwestekên miletên Sûriyê re bigunce, herwiha da guncayî be ligel rastiya Sûriyê û firenetewî û fire-oliya wê.
Û ji aliyê hawarhatin û alîkariya mirovî û dabeşkirinek adilane ji alîkariyan re, şanda Encûmenê tekezî li ser giringiya wê yekê kir ku pêwîst e mîkanizimên nû bêne bikaranîn ji aliyê rêxistinên mirovî û navdewletî ve, ji bo gihandina alîkariyan ji tevahiya xelkê re bêcudahî, û bo pêşkêşkirina xizmetgozariyên baştir, ji ber ku xelkek ji ber awayê niha ji alîkariyan bêpar dibe. û herwiha pêşkêşkirina pêdawîstiyên pêwîst ji bo rawestandina koçberbûna miletê kurd yê ji navçeyên kurdî ber bi dewletên derve diçe.
Ji aliyê xwe ve, rawêjkara siyasî têgihiştina xwe diyar kir li hember pêşniyarên şanda Encûmenê, û tekezî li ser rola ENKSê ji bo çareseriya kirîza Sûriyê kir, û got ku hikûmeta Amerîka piştgiriya her boçûneke xelkê Sûriyê, ya li ser wê li hev bikin tevî fedralîzimê jî dike, û got ku lênêrîna Londinê dîtir giringiya wê nemaye.
Hêjayê gotinê ye ku şanda nivîsîngeha têkiliyan ji serokê wê berêz Kamîran Haco û endametiya Dr. Kamîran Hac Ebdo û berêz Silêman Oso û berêz Fêsel Yosif û bi beşdariya nûnerê ENKSê di desteya Siyasî ya Hevbendiyê de berêz Hewas Egîd pêkhatibû .
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî