Odeya Operasiyonên “Fetih Heleb”, daxwazê ji Sivîlên herêmên di bin kontrola Rêjîma Esed de dike ku di malên xwe de bimînin û nêzî rêbend û bargehên hêzên Esed nebin, ji bo nekevin bin metirsiyê û xwe biparêzin.
Odeyê doh roja înê di daxuyaniya hejmar (35) de got “xwîn, mal û namûsa we emanet e di hustê me de, û berevaniya di ber de mezintirîn berpirsiyariya me ye. ”
Her wiha Oedeya Operasiyonên “Fetih Heleb” temînî li şervanên xwe kir ko bi yasayên cengê pabend bin û ziyanê negihînin sivîlan. Hem jî daxwaz ji civaka navdewletî kir û bi taybetî dewletên piştgiriya Opozisyonê dikin ko piştgiriya xwe ji gelê Sûrî re diyar bikin û alîkariya wan di tunekirina Zordarên ko tiroristiya cîhanî çêdikin bikin.
Berdevkê leşkerî yê Aniya “Elşamiye” Mihemed Elehmed doh înê di daxuyaniyekê de ji Simart re tekez kir ko ew lêbûrînê didin çi hêzên Rêjîmê yên ko li Helebê şer dikin, eger xwe radestî alayên leşkerî bikin.
Berdevkê leşkerî yê “Aniya Elşamiye” ,ew jî yek ji hêzên Oedeya Operasiyonên “Fetih Heleb” e, diyar kir ko Rêbuhêrk hêmin û ewle ne û rêkên hevgihandinê di nav alayên leşkerî yên ko li ser sînorê hêzên Esed in hene.
Destnîşan kir ko cudabûn û veqetîn di nav hêzên Esed de çêbûne.
Şoreşgeran doh girtin ser Ketîba Topxaneyan û gelek beş jê kontrol kirine bi amanca rakirina dorpêçê ji ser sivîlên dorpêçkirî li bajêr, di şerê bi navê “Dastana Helebê ya Mezin” .
Jêder: Hevbendî+Acans