Çekdarên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD, Beşar Emîn endamê emîndariya giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS li bajarê Hesekê binçav kir.
Hejar kurê Beşar Emîn ji malpera Hevbendiyê re ragihand ku çekdarên PYD demjmêr 12 şevê êrîşî mala wan li taxa Til Hecer kirin, û bavê wî binçavkirin.
Emîn diyar kir ku çekdarên PYD sedemên vê binçavkirinê û cihê ku bavê wî bibênê ji wan re diyar nekirin, û ew ber bi cihekî ne diyar ve birin.
Hêjayî gotinêye ku hejmarek ji endamên emîndariya giştî ya ENKS di zindanên PYD de binçavkirîne.
Jêder: Beşê Kurdî Yê Ofîsa Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî